H’emû nûçeSereke

Ermenîstan wê  84 yekîneyên pergala topan ya hindîye “ATAGS” bikire: Army Recognition

Rojnama ” Army Recognition” radigihîne ku Ermenîstan ji bo  qewatkirina îmkanên topxaneyên xwe biryar  kirîye ku ji Hindistanê 84 yekîneyên ji qalibê 155 mm sîstêma topavêjên pêşketî “ATAGS” bi bihayê 155 mîlyon dolar bikire.

Mezîla mûşekên “ATAGS” 48 kîlomtre. Sala 2023 a Ermenîstanê 6 yekîneyên ji vê sîstêma topan bi dest xistibû û bi şîrketên Hindistanê re li ser kirîna obûsên xwebexş yên “MarG 155” û sîstêma parastina hewayî “Akaş” peyman îmze kiribûn.

 “Destantîna “ATAGS” ê ji alîyê Ermenîstanê ve, li himberî zêdebûna rageşîya li herêmê pêk tê. Welat hewil dide ku hêzên xwe yên çekdar nûjen bike di bersiva kêşeyên ewlekarî yên heyî de, bi taybetî şerê bi Adirbêcanê re. Ev danûstandin ne tenê di têkilîyên berevanîyê yên di navbera Hindistan û Ermenistanê de bûyerek girîng e, di heman demê de zêdebûna rola Hindistanê wekî lîstikvaneke di bazara berevaniîya navneteweyî de jî nîşan dide”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button