H’emû nûçeSereke
Li Adirbêcanê têma derheqa wa gotî “penaberên ji Adirbêcana rojavayê” tê belavkirinê
Li Adirbêcanê têma derheqa wa gotî “penaberên ji Adirbêcana rojavayê” tê belavkirinê.Çawa ku APA ê ragîhandîye, wextê civîna komîtêya miclîsa Adirbêcanê, ya sîyaseta xebatê û sosîyalî qanûna derheqa penabera û statûsa wanda hatîye lênihêrandinê.
“Em gerekê guhdarîyê bidine ser pirsa mihacirên ji Adirbêcana rojavayê.Bi hesabhildana bûyarên nû, wê baştir bûya, ew qanûn careke mayîn bihata lênihêrandinê.Em dikarin wê pirsê tevî îdarên dewletêye anegor gotûbêj bikin”,- serokê komîtêyê Mûsa Qulîyêv gotîye.
Em bîr bînin,wekî bi gotina “Adirbêcana rojavayê” ew derheqa axa Ermenîstana îroyînda dibêjin.Gotinên vî cûreyî, yên li miclîsê eşkere wa gotî “rojeva aşîtîyê” didine kifşê.