H’emû nûçeSereke

Em neçûbûn ku artêşa NATO ê bînin Ermenîstanê û ew yek nehate sendinê: Aratat Mîrzoyan

Em neçûbûn ku artêşa NATO ê bînin Ermenîstanê û ew yek nehate sendinê.Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan weşana têlêvîzîyona Ermenîstanêye Civakîda gotîye, dema ku ewî dora hevdîtinê xeberdaye.

“Tiştekî hewaskar bû ku dora hevdîtina 5 ê nîsanê li Adirbêcanê û Rûsîyayê xeberdan diçû.Ez careke mayîn dixwezim bêjim,wekî 5 ê nîsanê ew tişt hatîye gotûbêjkirinê û paşê jî elametî hatîye belavkirinê, bona kîjanê Ermenîstanê xwe amade dikir.Dixwezim bêjim tiştekî mayîn tunebûye, yê ku me gotûbêj kiribe û nehatibe stendinê.Nava hemtêksta hevdîtina 5 ê nîsanêda tu tiştekî usa nehatîye gotûbêjkirinê. Em neçûbûn ku artêşa NATO ê bînin Ermenîstanê û ew yek nehate stendinê.Ez usa jî dikarim bifikirim,wekî ew doran haj pê hebûn,wekî tiştê usa wê neyê gotûbêjkirinê, lê bi zanebûn derheqa wê yekêda belav dikirin.Diqewime bigotana, wekî nava encamê cedandinên meda nehate stendinê, yan jî bigotana, ku desthilatdarîya niha nikaribû ew yek bikira”,- Mîrzoyan gotîye û daye dîyarkirinê,wekî ew elametî hatîye stendinê, kîjan wana dixwest.

Bi axaftina derheqa bersivên welatên cudada, wezîr gotîye wekî ev yek dijî tu welatekî nîne.

“Mînanî welatê serbixwe, mafê Ermenîstanê heye pêwandîya tevî wan welata bide kûrkirinê, tevî kîjana ew dixweze.Ez naxwezim bersiva şirove bikim.Encamên hevdîtinê jî didine kifşê,wekî ev yek dijî tu welatekî nîne”,-Mîrzoyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button