Adirbêcan tehdîda hebûna Ermenîstanê didomîne:Freedom House
Rêxistina mafên mirovan Freedom House rapora xwe ya salanê ya bi navê Nations in Transit 2024 weşand û tê de hevsengî di navbera êrîşa Rûsyayê ya li dijî Ûkraînayê û êrîşa Adirbêcanê ya li dijî Qerebaxê de xêz kir û navê “paqijîya etnîkî” bi nav kir.
Şerê Moskvayê ji bo wêrankirina Ûkraînayê û dagirkirina leşkerî ya rêjîma desthilatdar ya Adirbêcanê û paqijkirina etnîkî li Qerebaxa Çîya, encamên kujer yên “berfirehbûna avtorîtarîzmê” eşkere kirin, li gorî rapora salanê ya rêxistina Freedom House’s Nations in Transit 2024.
Nivîskarê raporê, pisporê payebilind ê Freedom House, Mayk Smêltzêr, di hevpeyvînekê de li gel “Dengê Amerîka” yê, radigihîne ku rapor balê dikişîne ser faktorên sazûmanî yên rêvebermya dêmokratîk, çavdêrîya çawanîya dêmokrasî, sazî, mafên bingehîn yên mirovan mîsîyoger bike, biparêze û piştgirî bike. Li gorî nivîskarê raporê, sala 2023 a de meyleke berfireh ya paşketina dêmokrasîyê hatîye tomarkirin.
Li gor rapora rêxistina mafên mirovan, “Êrîşa hovane ya rêjîma Adirbêcanê li ser Qerebaxa Çîya” bandoreke nerênî li xebatên dêmokratîzekirina Ermenîstanê kir û di encamê de 120 hezar ermenîyên ku li wir dijîn, neçar man koç bikin û bi piranî li Ermenistanê bi cîh bibin.
Di raporê de tê gotin ku di navbera êrîşa Rûsyayê ya li dijî Ûkraîna û opêrasyonên leşkerî yên Adirbêcanê yên li Qerebaxê de hevaheng tên kişandin. “Sedema sereke ya êrîşa dawî ya rêjîma Adirbêcanê ya li dijî Qerebaxa Çîya îlona sala 2023 a de qet ne êrîşa Krêmlê ya li ser Ûkraînayê sibata sala 2022 a de bû. Serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv demeke dirêj bi eşkereyî behsa nîyeta xwe ya ji holê rakirina serxwebûna dêfakto ya herêma Ermenîstanê dike.Ji ber ku “Bal û çavkanîyên Krêmlê ji erkên xwe yên aşîtîyê yên li Kafkasîyayê hatin dûrxistin, û cîhana dêmokratîk bi piştgirîkirina Kîêvê ve mijûl bû”.
Raportê de tê gotin ku hilweşîna hukumeta dêfakto û pergala parastinê ya li Qerebaxê 120 hezar ermenî neçar kir ku “ji bo jîyana xwe rizgar bikin” koç bikin. Di raporê de ev yek weke “paqijîya êtnîkî” hat binavkirin.
“Me encamên wêranker yên berfirehbûna avtorîtar, hem li Ûkraînayê û hem jî li Qerebaxê dît. Tu sedem nîne ku em bawer bikin ku ew ê li wir raweste. Em bi rastî dibînin ku nekarîna li himber van avtokrasîyan îhtîmala berdewamîya wan zêdetir dike”,- nivîskarê raporê dibêje
Di raporê de hat gotin ku serketinên sîyasî û leşkerî yên Elîyêv dibe ku rê li ber Bakûyê veke ku daxwazên nû yên erdnîgarîyê raber bike, di raporê de hat gotin ku di merasîma sondxwarinê de axaftina Elîyêv jî heye, ku li gorî Freedom House ê îdîayên zêde yên li ser axa Ermenîstanê ye.
“Hinek welatên dêmokrat piştgirîyeke girîng dane Ûkraynayê, lê dema ku artêşa Adirbêcanê 120 hezar ermenî ji Qerebaxa Çîya bi destê zorê koçber kirin, civaka navneteweyî piranî bi bangên sembolîk û nîgeranîya xwe bersiv da”.