H’emû nûçeSereke

Hêzên aştîyê yên rûs ji Qerebaxê derdikevin: mêdya

Hêzên aştîyê yên Rûsîyayê ji Qerebaxê û herêmên der-dora wê derdikevin. Ev yek ji alîyê Sputnikê ve li ser mêdyaya Adirbêcanê hatîye ragihandin.

Li gorî agahîyan, çend roj berê yekem pêrsonal û alavên leşkerî yên koma leşkerî ya aştîparêz ji axa keşîşxaneya Dadîvankê ya ermenîyan ya li herêma Karvaçarê (Kelbecar) derketine. Niha keşîşxane ji alîyê xebatkarên wezîreta Adirbêcanêye karên hundur ve tê parastin.

 “Li torên civakî de vîdêoya karwaneke alavên rûsî ku ji herêmên Tartarê û Bardayê derbaz dibe, derketîye. Çapemenî radigîhîne ku vekişîna hêzên aştîparêz yên Rûsyayê ji axa Adirbêcanê dest pê kirîye.

Em  bîr bînin ku hêzên aştîyê yên rûsî li gorî daxuyanîya sêalî ya ku di 10 ê mijdara sala 2020 a de ji alîyê serokên Adrbêcanê, Rûsyayê û Ermenîstanê ve hatîye îmzekirin, li axa Qerebaxê hatine bicîhkirin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button