H’emû nûçeSereke

Pûtîn û Paşînyan wê  demeke nêzîk de karibin bi xwe li ser hemû mijaran gotûbêj bikin: Dmîtrî Pêskov

Berdevkê serokê Rûsîyayê Dmîtrî Pêskov ragîhand ku serokê Rûsîyayê Vladimîr Pûtîn û serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wê  demeke kurt de bi xwe li ser mijarên cuda gotûbêj bikin, di nav wan de vekişîna nobedarên sînor yên rûs  ji herêma Tavûşê.

Li gorî nûçeya “Armênrêss”ê, “RÎA Novostî” li ser zarê gotinên Peskov agahî dide.

Pêskov bal kişand ser daxuyanîya serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan ya der barê vekişîna nuqteyên cerdevanîyê yên Rûsîyayê ji Tavûşê û got ku di vî warî de tu sîgnalên ji alîyê Ermenîstanê ve nehatine dayîn.

“Em li bendê ne ku di demek kurt de serok Pûtîn û serokwezîr Paşînyan fersenda wan hebe ku bi xwe li ser van mijaran û heke hewce bike mijarên din yên aktûal nîqaş bikin”,-ewî gotîye.

Çend roj berê serokwezîr Nîkol Paşînyan li ser pirsa rakirina baregehên Rûsyayê li hin deverên sînorê Adirbêcanê li ser herêma Tavûşê wiha bersivand: “Bingehên Rûsîyayê ji ber rewşeke cuda li wir derketin. Tişta ku niha diqewime guhertineke girîng e di rewşê de, ku divê bandorê li hemû alîyan bike. Wateya me ew e ku enîya me tune, sînorê me heye û sînor nîşana aşîtîyê ye û ev tê wê maneyê ku nobedarên sînorê Ermenîstanê û Adirbêcanê bi hev re bikevin têkilîyê, dê karibin sînoran biparêzin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button