H’emû nûçeSereke

Di raportekê de wezîreta derve ya Amêrîkayê bûyerên binpêkirina mafên mirovan ji alîyê Adirbêcanê li dijî ermenîyan tomar kir

Wezîreta derve ya Amêrîkayê rapora salane ya mafên mirovan belav kir, ku tê de koçberbûna nifûsa ermenî di encama opêrasîyona leşkerî ya Adirbêcanê li Qerebaxê de tomar kir, ku Adirbêcan binesazîya sîvîl li axa Ermenîstanê kir armanc, binelîyên sîvîl birîndar bûn.

“Armênprêss” vê yekê ji beşa raporê ya li ser Ermenîstanê agahdar dike.

“Di şerê bi dehan salan de di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de, bûyerên şer yên ferdî berdewam bûn, di encamê de kuştî û birîndarên sîvîl hatin tomarkirin. “Di nava salê de hêzên Adirbêcanê êrîşî binesazîyên li ser axa Ermenîstanê kirin, di nav wan de cîhê çêkirina kargeha mêtîngerîyê ya ku tê çêkirin li nêzîkî gundê Yêraşxê li herêma Araratê, di encamê de 2 binelîyên sîvîl bi giranî birîndar bûn”,- raportêda tê gotin.

Di raporê de hat bi bîrxistin ku Adirbêcanê di 19-20 ê îlonê de ji bo ku bi temamî li ser Qerebaxa Çîya bi dest bixe opêrasyoneke leşkerî li dar xist. Sala 2022 a Adirbêcanê ji meha kanûnê vir ve korîdora Laçînê girt.  24 ê îlonê de ji bo çûyîn-hatina yekalî ya ji Qerebaxê ji nû ve hat vekirin. Di raporê de hat gotin: “Ji wê rojê heta 1 ê cotmehê  100 hezarî zêdetir niştecîhên Qerebaxa Çîya, ku bi giranî tevahîya nifûsa ermenî ya herêmê bû, revîyan Ermenîstanê”.

“Di rapora ku di meha îlonê de hat  raberkirin , rêşxistina hevkarîya navneteweyî ya ji bo mafên mirov, li ser vîdyoyekê, destnîşan kir ku “bingehên maqûl hene ku em bawer bikin” ku di sala 2022 de di raporê de tê gotin ku di dema pevçûyînên îlonê de, “hêzên çekdar yên Adirbêcanê înfazên bê daraz li ser leşkerên ermenî pêk anîn”.

Wezîreta derve ya Dewletên Yekbûyî bi bîr xist ku di sala 2022 de rêxistina “Hevkarîya navneteweyî ya ji bo mafên mirovan”  di rapora xwe ya li ser pevçûyînên leşkerî yên meha îlonê de, li ser wêne û dîmenên cenazeyên leşkeran, dîyar kir ku hincetên maqûl hene ji bo ku leşkerên Adirbêcanê nîşan bidin. Zordarî, nemirovane û heqaret li leşkerên ermenî kirin û îşkence li wan kirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button