H’emû nûçeSereke

Hemû dewletên Yekîtîya  Avropayê dibin hedefa propagandaya Rûsyayê:wezîrê pirsên aropî yê Fransîyayê

Wezîrê karên Avropayê yê Fransîyayê Jan-Noêl Baro dîyar kir ku berîya hilbijartinên parlamêntoya Avropayê ku wê di meha hezîranê de bên kirin, hema bêje hemû welatên Yekîtîya Avropayê dibin hedefa propagandaya alîgirên Rûsîyayê ya li ser întêrnêtê. Ev ji hêla Bloomberg ê ve hatîye ragîhandin.

Konfêransa rojnamevanî ya hevbeş de ligel hevtayên xwe yên almanî û polonî de, wî destnîşan kir ku hewlên hökömeta Fransîyayê ji bo şerê li dijî destwerdan û dêzînformasyonên bîyanî 31 malperên nû derxistine holê ku propagandaya dijî Krêmlê li seranserê Avropayê belav dikin.

Wezîreta Fransîyayêye karên der   roja duşemê ragîhand ku 25 ji 27 welatên endamên Yekîtîya  Avropayê di mehên dawî de bûne armanca propagandaya Rûsyayê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button