H’emû nûçeSereke

Sala par li Ermenîstanê  berhema navxwe ya sereke ji 8 hezar dolarî derbaz bûye

Sala 2023  a da, berhema navxwe ya nesafî ya nifûsa Ermenîstanê 8170 dolar bûye.

Li gorî nûçeya “Armênprêss”ê, komîtêya îstatîstîkê ya Komara Ermenîstanê raporên dawîn û nîşaneyên berhemên navxweyî ya sala 2023 a ya sala 2022 a  raber kir.

Li gorî daneyên kurt yên sala 2023 a,  berhemên navxweyî ya salane ya serê mirovî 8170 dolar (7464 yûro ango 3 mîlyon 206 hezar  674  diram) bû. Wekî din, di çaryeka yekem ya salê de ew bû 1551 dolar (hejmara herî kêm), û di çaryeka çaremîn de gihîşt asta herî zêde  2501 dolar.

Sala 2022 a de,  berhemên navxweyî ya serê mirovî  6661 dolar bû.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button