H’emû nûçeSereke

Seîd Cerdo: Mesrûr Barzanî piştevanîyeke bêsînor ji êzidîyan re dike

Serokê desteya bilind ya bingeha rewşenbîrî ya Lalişê Seîd Cerdo ji K24 ê re amaje da: “Serokê hukumeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştevanîyeke bêsînor ji me re dike”. Herwesa got: “Em hêvîdar in hukumeta Îraqê ji bo çarekirina birîna êzidîyan piştevanîya hukumeta Herêma Kurdistanê bike”.

Seîd Cerdo daxwaz ji hukumeta Îraqê kir: “Pêngavên rijd ji bo pirsa nasandina komkujîyên êzidîyan wekî gênosîd li dadgeh û civaka navdewletî biavêje, ji bo ku ew kesên dest di komkujîyên êzidîyan de heye bigehin sîzayê xwe û qurbanî jî bên qerebûkirin”.

Navbirî ji bo helwesta hukumeta Îraqê li ser pirsa komkujîyên êzidîyan jî got: “Hukumeta Îraqê heta niha pêngavên rijd ji bo pirsa êzîdîyan û çarekirina birîna wan neavêtine”. Tekez kir: “Serokê hukumeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi xwe piştevanîyeke bêsînor ji êzidiyan re dike”.

Serokê desteya bilind ya bingeha rewşenbîrî ya Lalişê amaje da pirt û belavbûna êzidîyan jî û ragîhand: “Ew pirt belavbûn zirarê digehîne pirsa êzîdîyan”. Hêvî jî xwast ku ew pirt û belavbûn bidawî bê û nebe sedema ji bîrkirina wan azarên ku bi serê êzîdîyan hatine”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button