H’emû nûçeSereke

Li beşa bakûr-başûrê Aştarak-Talînê  xebata aktîv didome

Li beşa Aştarak-Telînê ya 34 km ya Tranş-2 ya rêya bakûr-başûr xebata aktîv didome. Li gelek cîhan xebatên axê, derxistina zinaran, avahîyên sûnî, çemên kêlekê, kaxizên axê, temelê gewir tên kirin. Fonda “Beşa rê” dide zanîn ku li hin deveran jî dest bi danîna  asfaltbêtonê kirîye.

Li gorî Pîyêr Myûrîs, endezyarê niştecîh yê pargîdanîya ku çavdêrîya têknîkî ya înşatê dike, avakirina li milê çepê yê rê dê di dawîya vê salê de biqede û trafîkê ber bi alîyê çepê ve bikişîne. Û tê plankirin ku çêkirina tevahîya rê di sala 2025 an de biqede.

Tranş-2 ya bakûr-başûr di du beşan de tê çêkirin: 8 km ji qada arxêolojîk ya Agarak û 34 km Aştarak-Telînê derbaz dibe.

Avakirin ji alîyê hukumeta Ermenîstanê û banka pêşketinê ya Asyayê ve tê fînansekirin.

Proje ji alîyê fonda “Dezgeha rê” ve tê meşandin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button