H’emû nûçeSereke

Adirbêcan dewleteke jênosîd e: înstîtûta Lêmkîn bang li Neteweyên Yekbûyî kirîye

Înstîtûta pêşîlêgirtina qirkirinê ya Lêmkîn bang li Neteweyên Yekbûyî dike ku  lidarxistina guhartina avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP 29) dest ji piştgiriya Adirbêcanê berde.

Adirbêcan dewleteke qirker e, ku ji alîyê serokekî ku bi rêkûpêk îdêolojîya qirkirina Ermenîyan tîne ziman tê birêvebirin. Di nav wan de, ji wan re dibêje kûçik û têrorîst. Niha li Adirêcanê derdora 300 ermenî bi awayekî neqanûnî binçav dike û red dike ku di nav wan de 8 endamên hukumeta hilbijartî ya Komara Arsaxê (Qerebaxa Çîya) serbest bên berdan”,-peyamêda hatîye gotin.

Peyamê de her wiha hatîye gotin ku hinek ji wan girtîyan rastî îşkenceyê hatine û divê civaka navdewletî rêziknameya jênosîd û îdêolojîya wê red bike û piştgiriya Adirbêcanê wek welatê mêvandar ji bo konfêransa COP29 rawestîne.

Hêjayî bîrxistinê ye ku konferansa guhertina avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP) dê meha mijdara îsal li Bekûyê bê lidarxistin. Li gorî peymana destpêkê, divîyabû konfêrans ji alîyê Ermenîstanê ve bihata lidarxistin. Lê di dawîya sala 2023 a de, stafên serokên Ermenîstan û Adirbêcanê daxuyanîyek belav kirin û tê de hat gotin ku Yêrêvanê daxwaza lidarxistina konfêransê ji Bakûyê re qebûl kirîye. Li gor heman rêkeftinê, Adirbêcanê 32 girtîyên ermenî yên şer vegerandin Ermenîstanê û Ermenistanê jî 2 binpêkerên sînorê Adirbêcanê vegerandin Adirbêcanê, ku yek ji wan bi kuştina pasevanê kombîneya sifir-molîbdenê ya Zangêzûrê hatibû tometbarkirin.

Em lê zêde bikin ku konferansa guhertina avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP 29)  sala 2024 a de li Bekûyê dê bi serokatîya wezîrê êkolojî û kavkanîyên ewezayî yê Komara Adirbêcanê û cîgirê berê yê SOCAR, şîrketa pêtrolê ya neteweyî ya Adirbêcanê Mûxtar Babayêv bê lidarxistin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button