H’emû nûçeSereke

Yêrêvan û Bekû nêzîkî qayîlnivîsara aşîtîyêne: Toyvo Klaar

Wekîlê Yekîtîya Avropayêyî li Qafqasîya Başûr, Toyvo Klaar wextê hevpeyvîna tevî ajansa Adirbêcanêye Report ê bersiva pirsên derheqa pêvajoya aşîtîyêye di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda daye. Bi axaftina derheqa seredanên xweye li Ermenîstanê û Adirbêcanê û pêvajoya aşîtîyêda, ewî gotîye wekî nava dorana mandata xweda ew li Ermenîstanê û Adirbêcanê diqeside, ku piştgirîyê bide dîyalog, ewlehkarî û aşîtîya li herêmê.

“Me hewaskarîya serokatîyê û nevsên mayîne cabdar bilind qîmet kirîye.Me fikir derheqa wê yekêda elam kirine,wekî pêwîste ku piştgirîyê bidine aşîtîya li herêmê.Bo wê yekê jî seredanên min alî piştgirîya normalkirina pêwandîyên Ermenîstanê û Adirbêcanê dikin”,- Klaar gotîye.

Ewî daye dîyarkirinê, wekî nenihêrî wê yekê ku beşdarbûna navneteweyî wextê hevraxeberdanên bo aşîtîyê hatîye sînorkirinê, lê ew bi şabûn derheqa pêşketina destanîda dibêje.

Ewî gotîye,wekî Yekîtîya Avropayê amadeye piştgirîyê bide pêvajoyê, ya ku dikare alî herdu alîya bike.Bi gotina Klaar, îmzekirina peymana aşîtîyê wê li ser herdu welata û temamîya herêmê tehsîr bike.

“Ev yek halekî nû wê sazke, li kîderê pêwandîyên kirîn-frotanê û mecalên hevkarîyê wê mezinbin.Aşîtî wê usa jî li ser wê yekê tehsîrke, ku Yekîtîya Avropayê çi cûreyî dikare li herêmê bişuxule.

Bi wê yekêva tevayî, bi gotina wî, aşîtî wê bala învêstorên bîyanî bikişîne ser Adirbêcanê û Ermenîstanê.

“Bi tomerî hildayî, aşîtî wê atmosifêra nû sazke, li kîderê him dewlet, him ermenî û azêrî dikarin ji hevkarîyê karêkevin û ji nûva hevdu nas bikin.Evê alî bike ku bona kara nisiletên pêşerojê rûpela dijminatîyê welgerînin”,- Toyvo Klaar gotîye.

Em serda zêdekin,wekî Toyvo Klaar pêşnîyara Ermenîstanê, ya derheqa sazkirina mêxanîzma şerkarîya dijî teribandinên rêjîma agirbestê, bilind qîmet kirîye.

Bekûya fermî hetanî niha bersiva pêşnîyara ermenî nedaye.??

Zêdetir nîşan bide
Back to top button