The Jerusalem Post: Îsrayêl gerekê niha qirkirina Ermenîyan nas bike

Pêrspêktîva berfireh: Tamar Ûrîêl- Bîrî, cîgira êdîtorê The Jerusalem Post ê dinivîse, eger Îsrayêl dixwaze di qada navneteweyî de wek dengê aqil û exlaqê rewa bê naskirin, divê êgoya xwe deyne alîyekî û qirkirina Ermenîyan nas bike.
Vê hefteyê, Ermenîstanê bi awayekî yekalî dewleta Felestînê nas kir, ku ji meha nîsanê û vir ve bû welatê nehemîn ku di bersiva şerê di navbera Îsrayêlê û Hamasê de vê yekê dike.
Wezîreta Ermenîstanêye karên der dîyar kir ku “Rewşa însanî ya felaket ya li Gazayê û pevçûyînên leşkerî yên ku diqewimin ji mijarên sereke yên rojeva sîyasî ya navneteweyî ne ku hewcedarê çareserîyê ne”.
Têkilîyên di navbera Îsrayêlê û Ermenîstanê de gelek aloz in. Di dawîyê de, ew bi çend faktoran ve tê.
Ya yekem, di çarçoveya şerê çekdarî yê Qerebaxê de, mijara piştgirîya Îsrayêlê ji Adirbêcanê re bi rêya sîstêmên parastinê ye.
Li gorî raporeke ku di sala 2021 ê de ji alîyê înstîtûta lêkolînên aştîyê ya navneteweyî ya Stokholmê ve hatîye weşandin, di 5 salên berîya weşandina raporê de Îsrayêl 69 selefê îtxalata çekan ya Adirbêcanê bûye.
Li gor nûçeya Middle East Eye ê, Adirbêcanê jî karîye sîstêma navbirî ya Îsrayêlê ji bo xistina mûşeka balîstîk ya Ermenîstanê ya bi navê “Îskander” bikar bîne.
Balyozê Ermenîstanê yê li Îsrayêlê Arman Hakobyan îlona borî, tenê hefteyeke berîya qetlîyama 7 ê cotmehê, ji The Jerusalem Post re gotibû ku Adirbêcan çekên Îsrayêlî ji bo domandina desthilatdarîya xwe li ser Qerebaxa Çîya, di nav de li dijî sîvîlan, bi kar tîne.
Dûvre wî ji rojnameyê re got ku ew di wê bawerîyê de ye ku Îsrayêl Ermenîstanê nexistîye rojeva xwe.
Îsrayêlê Ermenîstanê ji bîr kirîye?
“Me şahîdîya gelek hevkarîya leşkerî kir. “Adirbêcan bi mîlyardan dolar çekan ji Îsrayêlê dikire, di warê berevanîya leşkerî û îstixbaratê de hevkarî heye. “Rêhewaya Silk Way ya Adirbêcanê bi armanca îthalata çekan gelek caran seferên xwe ber bi Îsrayêlê ve dike. Berîya vê alozîya dawî, balafir raste-rast ji Îsrayêlê diçû bajarê Gencayê ku dikeve bakûrê Qerebaxê”,-ewî gotîye.
“Her welatek dikare çekan bikire û bifiroşe. Pirsgirêk ev e ku ev çek li ser sînorên me derdikevin û guleyan li sîvîlan dibarînin”.
Paşê da zanîn ku li gorî wî civaka Îsrayêlî ne li dijî Ermenîstanê ye. Ew rast dibêje û ev xala din e. Û ya sereke jî ew e ku
Nenasîna jênosîdê dibe sedema alozbûna têkilîyan
Bihara sala 1982 a de, berîya yekemîn konfêransa navneteweyî ya li ser Holokost û jênosîdê li Orşelîmê û Têl Avîvê, Tirkîyayê daxwaza betalkirina şeş rûniştinên ji bo qirkirina Ermenîyan û derxistina beşdarên ermenîaxêv kir. Wan tehdîd kirin ku dê parastina cihûyên ku ji Îranê û Sûrîyayê direvin bi dawî bikin, eger hukumeta Îsrayêlê daxwaza wan cî bi cî neke.
Ev demeke dirêj e Tirkîya ne hevalbendê Îsrayêlê ye. Her çend têkilî xirab bûne û ev mijar bûye mijareke hestîyar, lê Îsrayêl niha ji dostê Tirkîyayê dûr e, nemaze ji ber daxuyanîyên awarte yên dewleta şûngirê împaratorîya osmanî di berjewendîya Hamasê de.
Di heman demê de tê wê maneyê ku dûrketina ji naskirina qirkirina Ermenîyan di alîyê dîplomatîk de bi Tirkîyayê re ne nakokîya berjewendîyan e.
Li gorî daneyên sala 2023 a derdora 34 welatên cîhanê qirkirina Ermenîyan nas kirine.
Îsrayêl, ku ji jênosîd, îşkenceyê rizgar bûne, hîna nekirîye.
Parlamêntar û aktîvîstên Îsrayêlî bi salan ji bo vê naskirinê têdikoşin.
Tê qebûlkirin ku sûcdarên qirkirina Ermenîyan bi piranî ji ceza xilaz bûne.Adolf Hîtlêr di wê bawerîyê de bû ku ew dikare bê encam cinayetên xwe bike, nebûna cezakirina kiryarên Tirkîyayê yên li dijî Ermenîyan wek hincet nîşan da.
Dem dema wê ye ku Îsrayêl tevlî Rojavayê bibe
Ji dema ku serok Co Baydên çend sal berê Amêrîka nas kir, Îsrayêl hêdî-hêdî di nav welatên rojavayî de dibe hindikahîyek.
Nivîskarên alîgirê Adirbêcanê gelek caran hewl didin ku Ermenîstanê wek berpirsê hovîtîya ku li dijî azêrîyan hatine kirin nîşan bidin, ku ev yek jî dibe sedema gelek sûcên qirkirinê. Herdu alî jî hewl didin ku Îsrayêl û medyaya îsrayêlî razî bikin ku sûcên wan qebûl bikin.
Piştî ku me di mijara dewletbûna Felestînê de cîh girt, xwendevanekî dîyar kir ku “bêhurmetî ye ku Îsrayêl înkarkirina qirkirina Ermenîyan didomîne û mirina 1,5 mîlyon ermenîya ji bo dîplomasîyê û têkilîyên navneteweyî wek qadeke sîyasî bi kar tîne”.
Ew bê guman ne xelet e. Qebûlkirina jênosîdê, ku ji bo her kesê ku pênaseya bingehîn ya “jênosîdê” heye û qeydeke zelal ya bi mîlyonan bi destên împeratorîya osmanî hatine kuştin, zelal e, nabe ku bibe tilîyên dîplomatîk.
Eger Îsrayêl dixwaze di qada navneteweyî de wek dengê aqil û exlaqê rewa bê naskirin, divê bi exlaqî tevbigere.
Êgoya xwe bidin alîyekî: qirkirina Ermenîyan nas bikin”.







