H’emû nûçeSereke

Rayedarên tirk  niha jî tabelayên rê yên bi kurdî ji bajaran  dûr dixin

Di meha borî de, rayedaran li çend bajarên Tirkîyayê tabelayên rêyan bi kurdî derdixin. Ew ji alîyê şaredarîyên ku di bin kontrola Partîya Dêmokrasî û wekhevîya gelan (DEM) ya alîgirê kurdî de hatine bicihkirin. Hişyarîyên “Hêdî”  û “Peşî Peya” li ser derbasgehan li gorî nifûsa parêzgehan ku piranîya wan kurd in, hatin danîn, mêdyayên Tirkîyayê ragîhandine.

Piştî çalakiyên bi vî rengî yên li bajarên kurdan yên Wanê, Amedê û Êlihê, li herêmên Dargeçît û Nisêbînê yên Mêrdînê jî tabela hatin derxistin.

Tabelatên li Wanê û Amedê destpêkê ji aliyê komeke neteweperest ve hatin xerakirin û li şûna wan pankarta “Tirkiya ya tirkan e û wê tirkî bimîne” hate vekirin.

Li Mêrdînê jî bi boyaxê hatin pêçandin. Şaredariyê di vî warî de nerazîbûn nîşan da û soza xwe ya pêşxistina civakeke pirzimanî dubare kir.

«Şaredariya Mêrdînê di daxuyaniya xwe de wiha gotîye: “Em ji bo pêşxistina civakeke pirzimanî mereq dikin û ji bo ku bandorkerî û gihandina wan baştir bikin, kurdî li gel tirkî jî xistine nav tabelayên hişyariyê yên li bajêr”.

Tê gotin ku ev hewldan ji aliyê gelê herêmê ve baş hatin pêşwazîkirin, lê rastî bertekên kesên ku li dijî dewlemendiya çandî ya herêmê ne û dixwazin civakê ji ziman û çanda wê dûr bixin, rû bi rû man.

«“Çalakiyên bi vî rengî yên ji bo hêsankirina jiyana rojane ya welatiyên me yên bi kurdîaxêv di nava pêşengtiya nêzîkatiya me ya civakî de ne. Em vê êrîşa li ser hewldanên me yên pirzimanî şermezar dikin û bang li rayedarên dadwerî û rêxistinên sivîl yên herêmî dikin ku vê mijarê çareser bikin. Ji bo parastina çanda dewlemend ya bajarê xwe em ê hemû rêyên qanûnî bikar bînin”.

Herwiha di hefteyên borî de li Tirkiyayê, polîs li seranserî welat bi dehan kurd di dema dawet û piştî dawetan de, bi tometa belavkirina “propagandaya terorê” ji ber gotin û stiranan, girtin û binçav kirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button