Îsrayêl artêşa xwe ji Adirbêcanê vedikişîne: metirsîya Îranê giran dibe
Têl Avîvê pêrsonalên xwe yên leşkerî yên ji Adirbêcan û Gurcîstanê vegerandin. Ev yek ji alîyê kanala Îsrayêlê ve hatîye ragîhandin. Sedem jî îhtimaleke mezin e ku Îran leşkerên îsrayêlî yên di xizmeta leşkerî de li wan welatên Başûrê Kafkasîyayê bike hedef. Pispor destnîşan dikin ku îsrayêl bi vî awayî bi rastî piştrast dike ku hebûna xwe ya leşkerî li Adirbêcanê heye.
Berî niha jî li gorî rojnameya “Telegraf” ê ya brîtanî, serokê Îranê Mesûd Pêzêşkîyan pêşnîyar kiribû ku êrişî baregehên leşkerî yên Îsrayêlê yên li nav axa Adirbêcan û Kurdistana Îraqê bikin.
Di şert û mercên kuştina rêberê HAMAS ê li Îranê û êrîşa muhtemel ya ku piştî wê tê pêşbînîkirin, gotûbêjên li ser bicihkirina navendên leşkerî yên veşartî yên Îsrayêlê li navçeyên dagirbûyî yên Arsaxê û wê yekê ku rastî gefan tên, dîsa di derdorên Îranê de.
Dibe ku encamdana wan gotûbêjan wek daxuyanî-pêşnîyara serokkomarê Îranê Pêzêşkîyan ji bo êrişkirina ser baregehên leşkerî yên veşartî yên Îsraîlê li Adirbêcanê bê hesibandin. Û li vir tê zanîn ku artêşa îsrayêlî ji ber gefên êrîşa Îranê, mayîna leşkerên xwe li Adirbêcan û Gurcistanê qedexe kirîye. Ji leşkeran re ferman hat dayîn ku demildest vegerin Îsrayêlê.
Bi vê yekê, Îsrayêl bi rastî piştrast dike ku hebûna wê ya leşkerî li Adirbêcanê heye, pispor destnîşan dikin.
Rojhilatnas Armên Pêtrosyan: “Ew herwiha êrîşên îhtîmal yên Îranê yên li dijî pêrsonalên leşkerî yên Îsrayêlê yan jî tesîsên veşartî yên Îsrayêlê yên li welatên din wek sênaryoke muhtemel ya bersivdayînê dibînin. Û di vê çarçoveyê de bi taybetî jî welatên herî hesas yên ku Îran tê de heye tên hilbijartin. Û li vir, bi awayekî xwezayî, berî her tiştî, li Adirbêcanê hebûna Îsrayêlê ya çalaktir heye. Li Gurcistanê û Tirkîyayê jî hebûna dîyarkirî mumkin e”.
Li gorî pisporê mijarên herêmî Karên Hovhannîsyan, Îsrayêl navê Gurcistanê tenê ji bo parastina hevsengîyê dide û peyva “nûnerên artêşê” bikar nayîne ji bo ku di hin waran de nezelalîyê çêbike, vê yekê diefirîne ku ew di serdaneke taybet de ne. Heger leşkerên Îsrayêlê serdaneke taybet li Adirbêcanê ye, çima tenê ji wan re tê gotin ku ji Adirbêcanê derkevin, ne ji hemwelatîyên îsrayêlrî re, ji Hovhannîsyan dipirse û dû re wiha bi dawî dibe:
“Ev tê wê wateyê ku leşkerên Îsrayêlê ne bi serdaneke taybet li Adirbêcanê ne û bi tenê ji hev belav bûne, lê bi karekî taybet, komkirinên taybet. Ez wisa difikirim ku ev encama serdana Şoygû ye, wî Bakû qanih kir ku nekeve nav nakokîyên Îran-Îsrayêlê û erdên Îsrayêlê nede ku êrîşî Îranê bike”.
Hin pispor di wê bawerîyê de ne ku her çiqas Adirbêcanê di nihêrîna pêşîn de maceraperestî xuya bike jî, lê heta niha karîbû “bi qîmet bifiroşe dijminên Îranê”.
Rastîya ku Îsrayêl eleqeyek taybet bi dagirkirina Arsaxê û bi taybetî jî li başûrê wê. Abrahamyan di peyama xwe ya Facebookê de wiha gotîye: “Ev rastiyek eşkere ye û piştgiriya wî ya leşkerî-sîyasî ya ji Adirbêcanê re hate tekez kirin”.
“Ji alîyek din ve şerê li dijî Arsaxê û dagirkirina wê, ji bo hemû hêzên ku hewl dan zengilê li hember Îranê tundtir bikin û enîyê berferehtir bikin, taybetîyeke jêopolîtîk jî hebû û îro ji her demê zêdetir faktora Adirbêcanê di opêrasyonên li dijî Îranê de tê bikaranîn. Îran, ji îstîxbaratê heta amadekirina opêrasyonên muhtemel”.
Ji ber wê rewşê, Îranê wek berteka li hember kuştina Îsmaîl Hanî li Têhranê, armanckirina baregehên veşartî yên Îsrayêlê li Adirbêcanê red nekir. Li gor nûçeya rojnameya “Têlêgraf” ê ya brîtanî, berîya niha serokê Îranê Mesûd Pêzêşkîyan pêşnîyareke wiha kiribû.
Zêdetirî 10 roj in cîhan li benda çalakîya tolhildanê ya Têhranê ye. Rojhilatnas Armên Pêtrosyan di wê bawerîyê de ye ku derengmayîn ji ber wê yekê ye ku di derbarê forma wê bersivê de ronîkirina dawîn nîne.
“Îtirazkirina bersivdayînê, bi awayekî xwezayî, di bin wê de naverokek dîyar heye. Alîyê îranî hewl dide bi danûstandinên neraste-rast û li pişt perdê, bi taybetî digel Amêrîkayê û hin welatên giring yên herêmê, li ser forma bersivê li hev bikin.
Pispor vê yekê bê guman dibînin ku dê bersivek hebe. Pêtrosyan destnîşan dike ku heta bersiv neyê dayîn, ev tê wê wateyê ku format nehatîye zelalkirin.
Di vê çarçoveyê de pispor jîyana sîyasî ya navxweyî ya Têhranê balkêş dibînin. Serokkomarê nû hilbijartî yê Îranê pêkhateya hikûmetê raberî parlamentoyê kir. Di vê çarçoveyê de, Mihemed Cewad Zerîf dest ji posta cîgirê serokkomar berda, ji ber ku ji pêkhateya Pêzêşkîyan nerazî bû.
Armên Pêtrosyan: “Li gor min îstifaya vê gavê ne ji ber rastîyên derve ye, belku ji ber rastîyên navxweyî ye, ji ber ku em şahîd in û niha hikûmeta Îranê ava dibe û Zerîf jî di wê postê de, di wê proseyê de xwedîyê hin berpirsyarî û mafan e. Bi dîtina min dûrxistina wî ji ber cudahîya hilbijartina namzedan ji bo postên sereke li vir e, ne ji ber pirsgirêkên sîyasî yên derve yên îroyîn. Ji ber ku di vê demê de kar û erka wî ya bingehîn pêvajoya avakirina hikûmetê ye.
Di vê navberê de hin pispor jî dibînin ku di salên 2013-2021 de dest ji kar berdana cîgirê serokkomarê Îranê bo kar û barên stratêjîk Muhemed Cewad Zerîf ku posta wezîrê der yê Îranê bû û alîgirê danûstandinên ligel Amêrîkayê bû, tenê 10 roj piştî destbikarbûna wî welatî, tê wê wateyê ku Îran meyla danûstandinê nîne û tekez dike, biryardarîya wê ya ku bersivek tund bide. Daxuyanîyên raste-rast yên Îranê jî li ser vê nêrînê radigihînin: Bersiva li hember kiryarên Îsrayêlê divê bi rûmet û tund be û hemû dewlet bi yekdengî gihîştine wê encamê.