H’emû nûçeSereke

Ûkraîna mecbûre gavên wî cûreyî biavêje: me 700 çargoşe kîlomêtir ax dagir kirîye:Alêksandr Bojko

Gumana Rojavayê heye wekî şerê bisekine, lê  wê nesekine û emê mecbûrbin rûsara xeberdin.Fikira wî cûreyî dîplomatê ûkraînî, baylozê Ûkraînayêyî berê, ermenîzan Alêksandr Bojko gotîye Factor TV ê.

Bi axaftina derheqa opêrasîyonên artêşa Ûkraînayêye li Kûrskê, dîplomat gotîye,wekî Ûkraîna mecbûre gavên wî cûreyî biavêje, çimkî alîyê rûsa bajarên Ûkraînayê didine ber gula û paqij dikin.

Alêksandr Bojko dibêje wekî zû yan jî dereng alî wê dora sivira hevraxeberdana rûnên û niha Kîêv dicêribîne tabîyên bona xwe kardar sazke ku pêşerojêda wextê  hevraxeberdana qewila pêşda bikişîne.Bi gotina Bojko, alîyê Ûkraînayê çend rûs dîl hildane û wê wana paşê dîlara pevbiguhêrin.

Bi gotina dîplomatê ûkraînî, halê li Dombasê gelekî girane.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button