H’emû nûçeSereke
Adirbêcanê piştrast kir ku Ermenîstan ji bo СОР29 hatîye vexwendin

Alîkarê wezîrê ênêrjîyê yê Adirbêcanê, serokê giştî yê СОР29 Êlnûr Sûltanov ji “Anadolû” yê re wiha gotîye: “Vexwendnameyên beşdarbûna CОР29 ji hemû serokên dewletên cîhanê re hatine şandin”.
Wî da zanîn ku zêdetirî 50 serokên dewlet û hukumetan beşdarbûna xwe di СОР29 de piştrast kirine. “Em hêvî dikin ku ev hejmar zêde bibe. Ermenîstan jî tê vexwendin”,- ewî daye kifşê.
Em bi bîr bînin ku ev ne cara yekem e ku Adirbêcan tekezî li ser vexwendina alîyê Ermenîstanê dike. Cara dawî jî jê re digotin “nîşandana îradeya baş”. Lê belê ev lûtke bûyereke Neteweyên Yekbûyî ye û şandina dawetnameyên welatên cîhanê berpirsyarîya raste-rast ya Bakûyê ye.







