H’emû nûçeSereke

Sala 2023 de, 16 516 hemwelatîyên Rûsîyayê hemwelatîya Ermenîstanê wergirtin

Sala 2023 a de 958 hemwelatîyên Rûsyayê yên ne ermenî ji bo hemwelatîya Ermenîstanê serlêdan kirin. Sêrvîsa koç û hevwelatîbûnê ya wezîreta karên navxweyî ya Ermenîstanê li ser lêpirsîna CivilNet ê ev agahî da.

 “Sala 2023 a de 13 877 hemwelatîyên Fêdêrasîyona Rûsyayê ji bo hemwelatîbûna Ermenîstanê serlêdan kirin, ji wan 12 919 bi neteweya ermenî ne.Nîvê sala 2024 a de 5 224 welatîyên Fêdêrasîyona Rûsîyayê, ji wan 4 713 ji neteweya ermenî ne”.

Kar û bar destnîşan dike ku sala 2023 de, 16 516 hemwelatîyên Rûsîyayê hemwelatîya Ermenîstanê, û di şeş mehên ewil yên sala 2024 de, 5873 hemwelatîyên Rûsîyayê hemwelatîbûn wergirtin.

Cudahîya di navbera hejmara serlêderan û yên ku berê hemwelatîbûnê wergirtine, ji ber bicihanîna serlêdanên ku di salên borî de hatine wergirtin e. Bi gotineke din, di nav kesên ku di sala 2023 a de hemwelatîbûn wergirtine, yên ku di dawîya sala 2022 a de serlêdana xwe kirine jî tê de hene.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button