Greenwashing: Adirbêcan dixwaze îtîbara xwe “keskşo” bike

Civîna bilind ya COP-29 a ku tê plankirin meha mijdarê li Adirbêcanê bê lidarxistin, bûye navenda bala kovarên navneteweyî yên bi prêstîj. Welatê hinardekarê neft û gazê, ku zibilên xwe veneqetîne, ku rojnamevan û parêzvanên mafên mirovan lê girtî ne, wê îsal konfêranseke navneteweyî ya mezin li ser guherîna avhewayê li dar bixe, BBC dinivîse û da zanîn ku ev yek rêxistinên jîngehparêz û çavdêrên navneteweyî ku aciz dike, di wê bawerîyê de ye ku Adirbêcan dixwaze bi alîkarîya konfêransê nav û dengê xwe “keskşo” bike.
Bekû bi taybetî xwe ji bo lûtkeya avhewayê COP-29 ku 11-22 mijdara îsal li Adirbêcanê tê lidarxistin, amade dike, hemî hûrgilî têne berçav kirin, di nav de rawestandina dawetan li welêt û şandina xwendekarên dibistanê bo betlaneyê. Di bin mebesta organîzekirina bûyerê de bi awayekî hêja, hesabên din hene, bi taybetî, bilindkirina nav û dengê Bekûyê, ku hawirdorparêzan aciz dike.
BBC dide zanîn ku rayedarên Adirbêcanê bi awayekî cidî xwe ji hatina bîyanîyan re amade dikin, lê bi awayê xwe.
Çapemeniya navneteweyî behsa daxuyanîya Elîyêv dike ku tê payîn ku di konfêransê de 70-80 hezar kesên bîyanî zîyaret bikin. Herwiha tekezî li ser biryara serokwezîr Elî Esedov hatîye kirin, ku li gorî wê biryarê tê plankirin ku di dema konfêransê de xwendikar ji bo xwendina ji dûr ve bên veguhestin û xwendikarên dibistanê jî bişînin betlaneyê. Ji malên fonksîyonê yên paytext û xwedîyên rêstorantên mezin re ferman hat dayîn ku di meha mijdarê de fermanên dawetan rawestînin.
Di van demên dawî de, kovara amêrîkî Politico nivîsand ku gelek pargîdan tercîh dikin ku beşdarî COP-29 nebin, û hin welat bi nîyaz in ku heyetên ibçûk bişînin Adirbêcanê.
Analîstê sîyasî Hakob Badalyan ji “Radîolûr”ê re axivî, ji bo betalkirina COP-29 tu şert û mercan nabîne.
“Ez bawer nakim ku lûtke di warê welatan de têk biçe. Her wusa, heya niha me dît ku bi kêmanî du welatên sereke, Brîtanîya û Dewletên Yekbûyî yên Amêrîkayê pêşwazîya bûyerê kirine û piştgirî jî ji bo bûyerê dîyar kirine. Em tevlêbûna Avropayê bi pêtrol û gaza Adirbêcanê re dibînin, ji ber vê yekê tê texmîn kirin ku Yekîtîya Avropayê di derbarê COP-29 de herî kêm di nav têkilîyeke çêker de be. Dibe ku hin welat hebin ku li ser nexşeya sîyasî ya cîhanê ne çêkerên hewayê ne. Dibe ku pargîdanîyên takekesî jî hebin, lê ew bi zor wêneya giştî û mezin ya sîyasî diguhezîne”.
Rojnameyên navneteweyî heyranîya xwe dîyar dikin ku beşdarîya civîna bilind ya li Adirbêcanê wê bi qasî civînên ku sala borî li Dûbayê yan jî sala bê li Brazîlyayê hatine plan kirin, be.
Li gorî pisporê navneteweyî Davît Karapetyan, Bekû wê hewl bide ji civîna bilind ya COP-29 ê prêstîja xwe zêde bike.
“Rastî ev e ku welatên cîhanê ev dawetname qebûl kirin, Ermenîstan jî li dijî wê derneket, piştgirîya xwe jî ji bo ku li Adirbêcanê çêbibe, nîşan da. Ez wisa difikirim ku ev dê bibe gaveke cidî ji bo bilindkirina nav û îmaja Adirbêcanê di qada navneteweyî de. Divê em bişopînin û fêm bikin ku ji xeynî pirsgirêkên gerdûnî yên gerdûnî wê lûtke dê çi nirxandinên gerdûnî, jêopolîtîk werbigire û dê li wir çi mijar werin nîqaş kirin”.
Biryara lidarxistina COP-29 li Adirbêcanê di kanûna sala borî de, 3 meh piştî êrîşa Adirbêcanê li ser Qerebaxa Çîya û valakirina Arsaxê, hatibû dayîn. Yêrêvanê jî qebûl kir ku wê li Adirbêcanê bihêle, di berdêla berdana 32 dîlên ermenî yên şer de.
Sîranûş Sahakyan, pispora hiqûqa navneteweyî, rê nade ku Bekû hinek ji girtîyên ermenî, lê ne nûnerên serkirdayetîya leşkerî û sîyasî ya Arsaxê, berî “COP 29” ji ber wêneyê xwe berde.
Li gorî analîstê sîyasî Hakob Badalyan, COP-29 ji bo Ermenîstanê zehmetîyan dihewîne.
“Derbarê COP-29 de, Ermenîstan di vê wateyê de dijwarîyeke pir mezin heye ku Bekû wê bûyerê bike fersendek ku bi mêxanîzmayên derewîn, manîpûlatîv ji xwe re wêneyek kesk peyda bike. Ji xwe fonên parastina avhewayê ava kirine û armanca wan ya bingehîn wê hedefgirtina Ermenîstanê be. Berî her tiştî, ew ê aborîya Ermenîstanê bikin hedef, wekî ku berê dikin: pîşesazîya kanan, ku yek ji pêkhateyên ku giranîyê dide aborîya me, ênêrjîya atomîye”.
Li gorî analîst, divê Ermenîstan li himberî sîyaseta Bekûyê tedbîran pêş bixe.







