Ji ber hin şîroveyên jimareke hevkarên rûsî têkilî nehatin vekirin: serokwezîrê Ermenîstanê

Li gorî nêrîna serokwezîrê Ermenîstanê, ji ber şîroveyên ku tu têkilîya wan bi mantîqa belgeyê re tune ye, heta vê gavê danûstandinên herêmî nehatine vekirin, ji hêla gelek hevkarên Fêdêrasyona Rûsyayê ve.
Li gorî rapora “Armênprêss” ê, serokwezîrê Komara Ermenîstanê Nîkol Paşînyan di civîneke çapemenîyê de li ser peyama çend roj berê ya wezîreta karên der ya Komara Ermenîstanê ku gotibû “Tu xalek sereke ya wê daxûyanîyê tuneye ku venegere, îhlal kirin” û ev tê wê maneyê ku Yêrêvan bi awayekî fermî ji daxuyanîya 9 ê mijdarê vekişe.
“Eger Yêrêvan nîyeta dev ji belgeya ragîhandina 9 ê mijdarê berde, wê Yêrêvan nîyeta xwe eşkere bike.
Nîkol Paşînyan destnîşan kir, ku nabe ku daxuyan ya 9 ê mijdarê weke bûyerek bê dîtin, divê li daxuyanîya 9 ê mijdarê jî bi tevahî li ser girtîyan bê dîtin.
“Tişta ku li Qerebaxê qewimî ji hemû gotinên me yên di daxuyanîya 9 ê mijdarê de derbaz bû, ez difikirim ku wezîreta karên der bersiveke rast da. Di daxuyanîya ku bû sedema berteka wezîreta karên der de, hewl hat dayîn ku ji ber sabotajên Ermenîstanê danûstandinên herêmî nayên vekirin. Dikarim bêjim ku heta vê gavê peywendîyên herêmî nehatine vekirin ji ber têbînîyên hejmareke hevkarên rûsî ku ti pêwendîya wan bi mantîqa belgeyê re nîne û berovajî wê ye. Her wiha ev şîrove gelek caran û bi giranî berevajiyê fermana serokê Rûsîyayê ya 9 an 10 ê mijdara sala 2020 î bûn, ku min çend caran behsa wê kirîye”. Ermenîstan ne tenê mijarê sabote nake, bi awayekî cidî jî eleqedar dibe.
Serokwezîr bi bîr xist ku li ser vekirina ragîhandinê projeyek bi navê “Xaçerêya aşîtîyê” heye.
“Herweha min ji çend hevkarên rûsî nerazî wergirtin ku piştgirî û pêşwazîya “Xaçerêya aşîtîyê” dikin.” Paşînyan tekez kir ku xwendinên pir ecêb di navbera çend dezgehan de yan bi kêmanî di navbera nirxandinên ku têne bihîstin de hene.
Serokwezîr dîyar kir ku Ermenîstan amade ye sibe dest bi tetbîqkirina “Xaçerêya aşîtîyê” bike û sibê jî amade ye ku rêyan veke.
Serokwezîr bi bîr xist ku ev demeke dirêj e di hukumeta Ermenîstanê de pêşnûme biryarek heye ku li ser sînorê Ermenîstan-Adirbêcanê û li alîyê Naxçêvan û li alîyê Adirbêcanê xalên kontrolê werin danîn.
Nîkol Paşînyan her wiha gotîye ku “Xaçerêya aşîtîyê” ji alîyê navneteweyî ve projeyek pir girîng e û destnîşan kir ku ew nameyên piştgirîyê ji serokên gelek welatan werdigirin û tekez kir ku ew piştgirîyê didin vê projeyê.
“Mijara ku timî hewl tê dayîn bê manîpûlekirin, dest pê kirin, gelo Ermenîstan amade ye ku di navbera Komara Naxçêvanê û Adirbêcanê bi xwe de pêwendiyê peyda bike, erê, amade ye, me li ser vê yekê gotîye. Ma em amade ne ku tomar bikin ku di wê ragîhandinê de hin taybetmendî hene, erê, û me qet înkar nekir. Lê her weha eşkere ye ku tu rewşeke ku bi serwêrî, dadwerî û yekparçeyîya axa Ermenîstanê ve girêdayî nebe, nikare bibe guman”,-serokwezîr daye kifşê.
Paşînyan li ser pirsa çima îmzekirina rêziknameya dîyarkirina sînorê Ermenîstan û Adirbêcanê bi derengî ket, eşkere kir ku îmzekirina rêziknameya komîsîyonên dîyarkirina sînoran demek dirêj kişandîye, ji ber ku ji bo temamkirina kar dirêjtir bûye û di 1 ê îlonê de lihevkirinek pêk hat.







