H’emû nûçeSereke

Tirkîya, Adirbêcan û Rûsîya jî hindava “Xaçerêya aşîtîyê” hewaskarin:Papoyan

Projeya  “Xaçerêya aşîtîyê” berî  her tiştî ya êkonomîkîye û ne tenê Ermenîstan, lê cînarên Ermenîstanê, temamîya herêmê  hindava wê yekê hewaskare, dikeve nava kîjanê Rojhilata Navîn, usa jî welatên Avropayê û welatên Asîya Rojavayê.Derheqa wê yekêda wezîrê êkonomîkayê Gêvorg Papoyan gotîye rojnamevana.

“Eva projeya mezine, ya ku di navbera bakûr û  başûr, rojavayê û rojhilatêda wê pêwandîyên transportêye lez sazke. Gelek welat vê yekêra qayîlin û ewe menî ,wekî gelek welata ev înîsîyatîva hukumata Ermenîstanê silav kirine.

Çawa bersiva wê pirsê ku bona çi Tirkîya, Adirbecan û Rûsîya bersiva vê pirsê nadin, Papoyan gotîye: “Ez nikarim wê yekê bêjim, lê ew welat jî hindava vê pêvajoyê hewaskrin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button