H’emû nûçeSereke
Teşkîla hukumata Fransîyayêye nû îdî eyane: nava wezîrada du ermenî hene

Serokwezîrê Fransîyayêyî nû Mîşêl Barnîê derheqa teşkîla hukuma welête nûda îdî belav kirîye.
Li gorî çapemenîya fransî, nava hukumatêda du wezîrên esilê xweda ermenî hene.
Bi taybetî Astrîd Panosyan-Bûvên çawa wezîra xebatê, lê Gîyom Kasparyan çawa wezîrê qulixdarîya sîvîl hatine kifşkirinê.
Jan-Noyêl Baron çawa wezîrê karên der, lê Sêbastyan Lêkornû çawa wezîrê hêzên sîlihkirî hatine kifşkirinê. Raçîda Datî wezîra kûltûrayêye.
Dîdyê Mîgo bûye wezîrê Fransîyayêyî edaletê, lê Brûno Rêtalyo wezîrê karên hundure.







