Îsrayêl gelê Libnanê dike hedef û “Hêzbollah” jî bersiva navendên leşkerî dide: Hakob Bagratûnî

Îsrayêl gelê Libnanê dike hedef û “Hêzbollah” jî bersiva navendên leşkerî dide. Parlamenterê Libnanê, nûnerê komîteya navendî ya Fêdêrasîyona şoreşgerên ermenî ya Libnanê Hakob Bagratûnî di axaftina xwe ya bi News.am ê re behsa rewşa Libnanê kir.
“Rast e, bi mehan piştrastkirina dubare ya ku ew ê neçin şerekî mezin, yan jî divê Dewletên Yekbûyî yên Amêrîkayê û hêzên rojavayî zextê li ser Îsrayêlê bikin, hevsengiya ku ji niha ve hatiye pejirandin, dê di wateya erdnîgarî de têk biçe. Wateya cebilxaneya ku hatine bikaranîn, yan jî di wateya qurbaniyên tomarkirî de: Tişta yekem ku divê bê zanîn ew e ku Îsrayêl wê raste-rast gelê Libnanê bike armanc û “Hêzbullah” wê raste-rast bersiva navendên leşkerî bide. Bi rastî, hejmara qurbaniyên tomarkirî yên li Îsrayêlê û Libnanê bêhempa ye. Heger 2 meh berê êrîşa bejahî ne muhtemel xuya dikir, ya ku îro Îsrayêl kir wê nîşan bide ku êrişa bejahî jî gengaz e.
Li Îsrayêl têgihîştin ku ew neçar in ku rewşa navçeyî û navdewletî û bi taybetî hilbijartinên serokatiyê yên Amêrîkayê bikar bînin, da ku bikarin di wê demê de bi hemû hêza xwe bigihin armanc û armancên xwe. Armancên sereke yên Îsrayêlê du ne, ya yekem bêbandorkirina bi temamî şiyana leşkerî ya “Hêzbollah” û ya duyem jî avakirina navçeyeke ewlekarî li başûrê Libnanê ji bo rawestana li hember her êrîşekê di pêşerojê de. Bi rastî dema îro serokwezîrê Îsrayêl ragihand ku şerê wî ne li dijî Libnanê û gelê Libnanê ye, belkî li dijî “Hêzbollahê” ye, ev yek tenê ax avêt çavên me û ya duyem jî, ku divê di nava Luibnanê de dubendî hebe. Eniya siyasî, çima ne di nav civatan de jî atmosferek saxlem çêbike ku tenê Îsraîl jê sûd werbigire”,- ewî gotîye.
Bagratûnî li bersiva pirsa ku eger Îran destêwerdanê bike wê şer bi çi astê bigihêje, got ku hewl tê dayîn ji şerekî berfireh dernekeve, ji ber ku derketina eniya Libnanê tê wê wateyê ku dibe ku welatên din jî di vî şerî de destêwerdanê bikin.







