H’emû nûçeSereke

Bajarê Laçînê nava Dewletên Hevalbendîya Serbest cîhê “kûltûrayêye”

Bajarê Adirbêcanêyî Laçîn wê sala 2025 a  bibe paytextê Dewletên Hevalbendîya Serbeste çandî. Derheqa wê yekêda, serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn wextê civîna li Moskvayê, ya serokên Dewletên Hevalbendîya Serbest, gotîye.

Fêqet, eva hema ew  Laçîne, bi navê kîjanî korîdora Laçînê hate navkirinê.

Eva hema ew korîdore, ya ku bona ermenîyên Qerebaxê çawa “Rîya jîyanê” hatibû navkirinê, nava kîjanêra barên hûmanîtarî  derbaz dibûn.

Eva hema ew korîdore, li kîderê êkoaktîvîstên azêrî kevok xeniqandin û dorpêçkirin destpê bû, rûyê kîjanêda 120 000 ermenîyên Qerebaxê dorpêçkirî mabûn, ji kîjana 30 000 zarok bûn.

Eva ew korîdore, dema ku ji Arsaxê meriv diçûne Ermenîstanê dihatine nuxsankiinê, li kîderê Adirbêcanê meriv ji Qerebaxê direvandin.Li vir ji alîyê Adlirbêcanêda, xirabkarîyên dijî merivatîyê dihatine mîyaserkirinê, li vir paqijkirinên êtnîkî, yên ermenîyên Arsaxê pêk hatin û niha jî ewê bibe paytexta Dewletên Hevalbendîya Serbest, yê kûltûrayê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button