H’emû nûçeSereke

Guhertinên gerdûnî girîngîyeke cîhanî dide projeya “Xaçerêya aşîtîyê”: Nîkol Paşînyan

Projeya “Xaçerêya aşîtîyê” ku ji alîyê Ermenîstanê ve hatîye  raberkirin, bi demê re girîngîya cîhanê zêdetir dibe.

Li gorî nûçeya “Armênprêss” ê, serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wiha gotîye: “Xaçerêya aşîtîyê: di çarçoveya konfêransê de yekîtîya ewlekarî û dêmokrasîyê” pêk hatîye.

Paşînyan anî ziman ku çima girîngîya projeya “Xaçerêya aşîtîyê” zêde dibe.

 “Wek rêgez em vê projeyê di mentîqê herêmî de dinirxînin, lê guhêrînên cîhanî girîngîyeke cîhanî dide projeya “Xaçerêya aşîtîyê”,- serokwezîr gotîye.

Ewî bal kişand ser wê yekê ku ji ber bûyerên li Ûkraînayê diqewimin, pirsgirêk ji alîyê hatina kelûpel û rêwîyan ve derketine. Paşînyan bi bîr xist ku herikînên mezin yên ji herêmên pîşesazî yên pir pêşketî ber bi Avropayê ve diçûn û piranîya van herikîn di rêya Rûsîyayê re derbazî Rojavayê bûn.

 “Ji ber bûyerên li Ûkraînayê diqewimin, ceza û alozbûna têkilîyên sîyasî, derbazbûna sînorê Rûsîyayê û Rojavayê gelekî kêm bûye.Û em dibînin ku pirsgirêkek di rê de ku bi sed mîlyard dolar kelûmel diherike de derdikeve holê. Sedema vê yekê ye ku niha bi sed mîlyard kelûmel li rêyên nû digerin da ku herin bazarên herî mezin”.

Çûyîna kelûpelan ne yek alî ye, hem ji rojhilat ber bi rojavayê û hem jî ji rojavayk ber bi rojhilat ve.

Niha bi sed mîlyard dolar kelûmelên li rojavayê digerin û wiha gotîye: “Sedema ku projeya “Xaçerêya aşîtîyê” ji girîngîya herêmî zêdetir girîngîya cîhanê bi dest dixe.

Nîkol Paşînyan jî wateya projeya “Xaçerêya aşîtîyê” eşkere kir.

 “Ji 70  selefî zêdetir sînorên Ermenîstanê yên li herêmê nelivîn in, sînor xizmetê ji herikîna van tiştan re nakin. Û wateya projeya “Xaçerêya aşîtîyê” ew e ku Ermenîstan di warê xizmetkirina wan herikînên aborî yên mezin de beşdariya xwe bike. Her wiha pêwîstiyên welatên Asyaya Navîn di warê îthalat û hinardekirinê de di vir de qet ne girîngiya duyemîn in. Mebesta sereke ew e ku Ermenistan hem ji rojhilat ber bi rojava, hem ji rojava ber bi rojhilat, hem ji başûr ber bi bakur û hem jî ji bakur ber bi başûr ve di warê pêşkêşkirina van mal û xizmetan de xizmetên xwe pêşkêş dike.”

Zêdetir nîşan bide
Back to top button