Beşdarên civîna platforma “3+3” wê derheqa neteribandina sînorada elametîya tevayî qebûlkin

Îro li Stembolê hevdîtina wezîrên Ermenîstanê, Rûsîyayê, Îranê, Tirkîyayê û Adirbêcanêye karên der wê pêk bê. Beşdarên civîna platforma “3+3” wê derheqa neteribandina sînorada elametîya tevayî qebûlkin.Derheqa wê yekêda “Vêstnîk Kavkaza” yê nivîsîye.
“Nava têksta elametîyêda wê derheqa pêwîstîya helkirina pirsgirêkaye bi rîya dîyalogê, yên di navbera welatên herêmêda, bê dîyarkirinê.Ewê li ser bingeha prînsîpên qanûndarîya Organîzeya Netewên Yekbûyî bê hesabhildanê. Nava elametîyêda wê derheqa helkirina pirsgirêkaye bi rîya edil, li ser prînsîpa serbixwetîyê, yekîtîya axê, neteribandina sînora bê dîyarkirinê”,- kanîya înformasîyon ragîhandîye.
Em bîr bînin wekî platforma “3+3” formata şeşalîye, ya bona hevkarîya li Kafkasîya Başûr û gerekê biketana nava wê hevkarîyê Tirkîya, Adirbêcan, Îran, Rûsîya, Ermenîstan û Gurcistan. Feqet, hetanî niha Tbîlîsîyê ji hevdîtinên platformê xwe dûr girtîye, beşdar nebûye.







