H’emû nûçeSereke

Rojeva civîna bilind ya BRICS raste-rast bi Komara Ermenîstanê ve girêdayî ye: serokwezîr

Ji bo Komara Ermenîstanê beşdarî civîna BRICS ya li Kazanê di asta bilind de girîng e. Li gorî rapora “Armênprêss” ê, serokwezîrê Komara  Ermenîstanê Nîkol Paşînyan di civîna pirs û bersivan ya hukumetê li meclîsa neteweyî de, bersiva pirsa Şîrak Torosyanê parlamêntvanê  ji  fraksîa “Peymana  sîvîl” daye, ku mebesta qebûlkirina vexwendina li  civîna bilind ya BRICS ê ji bo çi bû.

 “Me sîyaseteke der ya hevseng  pejirand û bi vê mantîqê em bi formata “3+3” beşdarî civînê dibin. Ji bo me girîng e ku em di platformên cuda yên gotûbêjanda amade bin, nêrîn û helwestên Komara Ermenîstanê di platformên cihê de bi hevkarên cuda re parve bikin û guh bidin peyamên wan. Bi taybetî ji ber ku civîna bilind ya BRICS bi pirsgirêkên Başûrê ve girêdayî ye. Ez wisa difikirim ku ev rojev raste-rast bi Komara Ermenîstanê ve girêdayî ye”,-Paşînyan gotîye.

Li gorî serokwezîr, civîna bilind ya BRICS wê derfetê bide ku projeya “Xaçerêya aşîtîyê” bê raberkirin.

“Eşkere ye ku eleqeya li ser “Xaçerêya aşîtîyê di nav civaka navneteweyî de her ku diçe zêde dibe û platformên wiha girîngin ku em tiştên ku em bêjin, bêjin.

Ji ber ku min ji serokê Fêdêrasîyona Rûsîyayê vexwendname bi xwe girt û qebûl kir ku ev dawetname ne kêmî sedemek e. Ez wisa difikirim ku em li wirinbin ji bo Komara Ermenîstanê girîng e”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button