Xwendekarên beşa kurdî ya zanîngeha Dîcleyê ya Amedê çalakîya hevnasînê li dar xist û xwendekaran eşkere kir ku ew dê zimanê kurdî biparêzin.
Armanca bernameya hevnasîna xwendekarên kurdî û piştgirîya xwendekaran ya ji bo beşê ye.
Çend dengbêjên mala dengbêjan ya Amedê, mamosteyên beşê û xwendekar tevlî çalakîyê bûn.
Li zanîngeha dîcleyê beşa ziman û edebyeta kurdî îsal vebû û 27 xwendekaran dest bi xwendina beşê kirin.
Yekem xwendekarên beşa ziman û edebyeta kurdî yên zanîngeha Dîcleyê ya Amedê şahîya hevnasînê li dar xist û vebûna beşa lîsansa kurdî pîroz kir.
Di bernameya hevnasînê de dengbêjên wek Feleknas, Îbrahîmê Pîrikî û Sidîq bi kilam û stranan bixêrhatina xwendekarên beşê kir û bi xwendekaran re stran.
“Zimanê me pir dewlemend e”
Xwendekara beşa ziman û edebyeta kurdî Faîke Îşikê li ser armancên xwendina xwe gotîye:
“Ez dixwazim vî zimanî nedim jibîrkirin. Ji bo wê min ev beş hilbijart. Ez pir bi kêfxweşî hatim vê beşê.
Ez dixwazim zimanê xwe ti carî nedim jibîrkirin. Zimanê me pir dewlemend e.
Kes îdî zimên nizane û her kes asîmîle bûye”.
Xwendekarê bi navê Emîrxan Ardalan jî bangî kurdan kir ku bi kurdî biaxivin û ji kurdî dûr nekevin.
Li zanîngeha Dîcleyê berê bi tenê beşên wekî mastêr û doktoraya kurdî hebûn.
Bi hewla mamosteyên kûrdolojîyê beşa lîsansa kurdî îsal vebû û cara ewil 27 xwendekaran di wê beşê de dest bi xwendinê kir.
“Em dixwazin hejmara mamosteyan zêde be”
Mamosteyê Zanîngeha Dîcleyê Profêsor Tahirxan Aydin jî anî ziman:
“Pûanên Dîcleyê ji yên hemû beşên zanîngehên din bilindtir e.
Hêvîya me ew e ku hejmara mamosteyên me zêde bibe.
Kêmasîyên me hene lê hêdî hêdî em dê hejmara mamosteyên xwe temam bikin.
Dersên me vala derbas nabin. Mamosteyên ku dikevin dersên me pisporên qadê ne”.
Serokê beşa ziman û edebyeta kurdî Osman Aslanoglû jî da zanîn:
“Hedefa me ew e ku di Dîcleyê de hem bi xwendina xwe, hem bi kalîteya xwe beşa kurdî bi pêş bikeve.
Bi mamosteyên xwe bi pêş bikeve û em bibin wesîle û perwerdeyeke xweş em bidin zarokan”.
Bernameya hevnasînê bi hevkarî û piştgirîya weqfa Stêrka Bakûr, weşanxaneya Pallê û Klûpa xwendekarên kurd yên zanîngeha Dîcleyê bi armanca piştgirîya xwendekaran hat lidarxistin.
Her wiha yek ji armancên vê bernameyê jî ew e ku merasîm her sal were lidarxistin.