
Serok Mesûd Barzanî, serokê hevpeymanîya niştîmanî ya Îraqê Eyad Elawî pêşwazî kirîye.
Baregeha Mesûd Barzanî dîyar kir ku serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê bi Eyad Elawî û şanda pê re civîya.
Li gorî daxuyanîyê di civînê de hilbijartinên parlamêntoya Herêma Kurdistanê, pêşhat û guherînên li Îraqê û Rojhilata Navîn û metirsîyên li ser aramî û îstîqrara Îraqê hatin gotûbêjkirin.
Li alîyê din, serok Mesûd Barzanî îro bi şandeyeke hevpeymanîya yekgirtî ya Enbarê jî re civîya.
Di wê civînê de jî pêşhat û guherînên li Îraqê û Rojhilata Navîn û metirsîyên li ser aramî û îstîqrara Îraqê hatin gotûbêjkirin.
Di hevdîtinê de parastina seqamgirîya Îraqê û hevahengî û karê hevpar yê di navbera alîyên Îraqî de jî mijarên din yên civînê bûn.







