
Berdevkê wezîreta karên derve ya Amêrîkayê Mêtyû Mîlêr di bersiva lêpirsîna “Azadî” de bersiv da sûcên Adirbêcanê yên bi çekkirina Ermenîstanê daye. Wî rayedarê amêrîkî eşkere kir ku piştgirîya ewlekarî ya her du Ermenîstan û Adirbêcanê bi mebesta bihêzkirina hevkarîya bi hêzên Amêrîkayê û NATO ê re, zêdekirina pisporîya artêşê û herwiha bihêzkirina sînorên her du welatan bi Îranê re ye. Pispor di wê bawerîyê de ne ku Ermenîstan desteka Amêrîkayê wernagire, ku vê dawîyê serokkomarê Adirbêcanê îdîa kiribû û wezîrê karên der yê Amêrîkayê jî bersiva vê yekê dabû.
Sîyasîzan Bênîamîn Poxosyan di axaftina xwe ya li gel “Radîolûrê” de, amaje bi tohmetbarkirina serokkomarê Adirbêcanê ya derbarê çekdarkirina Ermenîstanê de gotîye, Amêrîka çekan nafiroşe Ermenîstanê, ne hewce ye ku berê xwe bide manîpûlasyonên Elîyêv.Waşîngtona fermî berê jî bersiva wan daye. Berdevkê wezîreta karên der Mêtyû Mîlêr eşkere kir ku piştgirîya ewlekarî ya Ermenîstan û Adirbêcanê ji bo xurtkirina hevkarîya bi hêzên Amêrîkayê û NATO yê re, pisporîya artêşê û her wiha xurtkirina sînorên her du welatan e.
“Amêrîka piştgirîya xwe ya ewlehîyê ya ji bo Ermenîstan û Adirbêcanê bi vî rengî hesab dike ku ji bo armancên êrîşkar neyê bikar anîn û hewlên berdewam yên ji bo danûstandinên aşîtîyek bi îstîqirar û bi rûmet têk nede yan asteng neke”.
Bênîamîn Poxosyan dide zanîn ku di navbera Ermenîstan û Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî de hevkarîya parastinê heye, ev yek qet nayê wateya peydakirina çekan.
“Ez şîretan li dijî manîpûlasyonên serokkomarê Adirbêcanê dikim, ji ber ku hevkarîya berevanîyê û şandina çekan bi tevahî tiştên cuda ne û nabe ku yek bi ya din bê tevlihev kirin. Ji ber vê yekê rastî, agahdarî û belavokek pêbawer tune ku Dewletên Yekbûyî raber kirîye” her cebilxane bo Ermenistanê hevkarîya bi Hindistan û Fransîyayê re, ku di asta fermî de hat pejirandin. Di serdanên wezîrê parastinê de peymanên têkildar hatin îmzekirin”.
Serokkomarê Adirbêcanê di hevpeyvîna xwe ya dawî ya bi kanala têlêvîzyona rûsî re îdîa kir ku Fransîya di dayîna çekan de ji Ermenîstanê re pêşeng e, Hindistan di rêza duyemîn de û Dewletên Yekbûyî yên Amêrîkayê di rêza sêyemîn de ye.
Ewî gotîye ku Fransîya û Hindistan venaşêrin ku çekên kujer didin Ermenîstanê, lê Dewletên Yekbûyî vê yekê qebûl nake.
“Heger em li tiştên ku mêdyayên ku pir nêzîkî hukumeta Adirbêcanê dinivîsin binêrin, mebesta min ew malper û navendên analîtîk yên ku nêzîkî wezîreta parastinê ne yan jî ofîsa serokomarîyê ne, em têdigihîjin ku Adirbêcan hewl dide ku sazîyek ava bike ji bo xwe hincet dike, ji bo êrîşeke muhtemel ya li dijî Ermenîstanê. Daxuyanî wiha ye: Ermenîstan xwe ji Hindistanê, Fransîyayê çekdar dike, niha Amêrîka jî tê zêdekirin, sibê dibe ku ragihînin ku em ji Brîtanyaya Mezin jî çekan distînin yan jî nizanim em ji kîjan welatî çekan distînin. Ji bo Bekûyê gava din ya mentîqî ew e ku Ermenîstan xwe bi çek dike, ji bo ku êrîşî Adirbêcanê bike, ji bo ku em di sala 2026 a de nehêlin êrîşa neçarî ya Ermenîstanê li ser Adirbêcanê bê girtin, divê em di sala 2025 a de êrîşî Ermenîstanê bikin, Ya ku Adirbaycan dike ev e”.
Serokwezîrê Ermenîstanê gelek caran behsa vê mijarê kirîye û da zanîn ku lêçûnên leşkerî yên Bekûyê bi rêjeyeke bê hempa zêde dibin.
“Em tên sûcdarkirin ku hevkarîya me ya leşkerî-têknîkî bi Fransîyayê û Hindistanê re heye û li Adirbêcanê adet e ku dibêjin welatên neherêmî çekan didin Ermenîstanê. Lê Adirbêcan çekan ji Îtalyayê dikire. Çima Adirbêcan dikare ji Îtalyayê çekan bikire, lê Ermenîstan nikare ji Fransayê bikire? Adirbêcan çekan ji Pakîstanê dikire, lê çima Ermenîstan nikare ji Hindistanê çekan bikire? Dibêjin Yekîtîya Avropayê û Rojava çekan didin Ermenîstanê. Adirbêcan çekan ji Slovakyayê, Sêrbîyayê, Bilgaryayê dikire, ango herî kêm sê welatên Yekîtîya Avropayê bi Adirbêcanê re hevkarîyên leşkerî-têknîkî hene, Adirbêcan hejmareke mezin çekan ji Îsrayêlê dikire.
Berdevkê wezîreta karên der ya Amêrîkayê Mêtyû Mîlêr jî eşkere dike ku Amêrîka piştevanîya peywendîyên berdewam di navbera Ermenîstan û Adirbêcanê de dike ji bo ku kar li ser çareserîyeke aşîtîyane ya alozîyê bike.







