H’emû nûçeSereke

Vegerandina zirara lehîyê ya li navçeyên Lorîyê û Tavûşê wê 80 mîlyon dolar be

Hesabên ji bo rakirina encamên lehiya biharê û vegerandina hilweşînên li herêmên Lorîyê û Tavûşê hatin kirin zêdeyî 80 mîlyon dolar. Lêkolîn ji alîyê ofîsa Neteweyên Yekbûyî ve hat kirin.

Ofîsa ku bi lêkolînê re têkildar e ji bo piştgirîyê bide pêvajoyê ji wezîreta karên hundir nameyek fermî wergirt. Wan bi giranî li deverên ku herî zêde bandor bûne lêkolîn kirin. Pisporên Yekîtîya Avropayê jî di warên veguheztin û avakirina xanîyan de beşdar bûn. Pisporan ne tenê zerar nirxand, di heman demê de hesab kirin ku dê ji bo rêstorasyonê çiqas pere hewce bike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button