
Usa tê texmînkirinê,wekî şêwirmendên Donald Tramp li Pêntagonê gotine wî wekî gavên dijî Îranê bi çiqasîva rîskin û ez texmîn dikim, wekî ew anîne ser wê fikirê ku dijî Îranê tu opêrasîyonekê mîyaser nekin.Derbarê wê yekêda rojhilatzan Karînê Gêvorgyanê gotîye News.am ê.
“Ez difikirim,wekî rola Erebistana Saûdî jî li vir heye, çimkî ew hevkara Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyîye û tabîya Erebistana Saûdî dîyare”,-Karînê Gêvorgyanê gotîye.
Çi ku derheqa hukumata Sûryayêye nûdane, bi gotina pisporê, ew bi texmîn ji Tirkîyayê û Brîtanîyayê berê xwe daye berbi Dewletên Amêrîkayêye Yekbkûyî.
Rojhilatzanê usa jî serda zêde kirîye, wekî li Rojhilata Navîn “şerê hemûa dijî hemûyaye”.







