Li Ermenîstanê kesê 13-35 salî wê ciwan bê hesabê

Di meclîsa neteweyî de alîkarê wezîrê perwerdê, zanistê, çandê û werzîşê yê Ermenîstanê Artûr Martîrosyan pêşnûmeya “Li ser polîtîkaya ciwanan” pêşkêş kir. Li gorî “Armenpress”ê, qanûn eşkere dike ku temenê sîyaseta ciwanan ji bo çi tê armanc kirin.
“Berîya vê yekê, her çend qanûn tunebû jî, di zagonên cuda- cuda de temenê ciwaniyê wek 16-30 salî dihat dîyarkirin û di hin bernameyan de jî wek mînak di bernameya malên bi arzanî yên ji bo malbatên ciwan de ev temenê 35 a hate zêdekirin”,- Artûr Martîrosyan wiha gotîye: “Di zagona nû de hatîye dîyarkirin ku li Ermenîstanê kesekî 13-35 salî ciwan tê dîtin.
Her wiha dîyar kir ku çima sînorê temen hat daxistin û bilindkirin.
“Xebatkirina bi ciwanan re ji 13 salîya xwe ve, peydakirina rêgezên pîşeyî, û pêkanîna bernameyên ku li gorî taybetmendîyên wan yên psîkolojîk guncan in, herî bi bandor e”,- ev ezmûna herî baş ya avropî ye. Ji alîyê din ve girtina ciwanên 30-35 salî ji ber pirsgirêkên me yên dêmografîyê ye. Alîkarê wezîr gotîye: “Li Ermenîstanê gelek caran ciwan di qonaxên paşerojê de biryarên girîng yên jîyanê didin”.







