SerekeSîyasî

Mezlûm Ebdî û Ahmed Şera rêkeftina tevlîkirina HSD ê di nava saziyên dewletê de îmze kirin

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrya Dêmokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û serokê qonaxa veguhêz ya Sûrîyayê Ahmed Şera rêkeftina tevlîkirina HSD ê di nava saziyên dewleta Sûrîyayê de îmze kirin.

Ajansa “SANA” ya fermî ya Sûrîyayê belav kirîye, Ahmed Şera û Mezlûm Ebdî  10 ê adarê rêkeftinek ji 8 xalan pêk tê îmze kirin û tê de tekezî li ser yekperçeyîya axa Sûrîyayê, tevlîbûna hêzên HSD ê di nava saziyên dewletê de û agirbestê kirin.

Xalên rêkeftinê:

1.Garantîkirina mafên hemû sûrîyan ji bo nûneratî û beşdariya wan di proseya siyasî û hemû dezgehên dewletê de, li ser bingeha jêhatîbûna wan, bêyî cudahiya olî û neteweyî.

2.Civaka kurdî, civakeke resen e di dewleta Sûrîyayê de û dewleta Sûrîyayê mafê wê yê welatîbûnê û hemû mafên wê yên destûrî garantî dike.

3.Agirbest li seranserî herêmên Sûrîyayê.

4.Hemû saziyên sîvîl û leşkerî yên bakurê rojhilatê Sûrîyayê tevlî rêveberiya dewleta Sûrîyayê tên kirin, di nav de deriyên sînor, firokexane û kêlgehên pêtrol û gazê.

5.Garantîkirina vegera hemû koçberên sûrî bo bajarok û gundên xwe û misogerkirina parastina wan ji aliyê dewleta Sûrîyayê ve.

6.Piştgirîya dewleta Sûrîyayê di şerê wê yê li dijî paşmahiyên Esed û hemû metirsiyên li ser ewlehî û yekîtiya wê.

7.Redkirina bangên parçebûnê, axaftinên nefretê û hewldanên belavkirina fitneyê di navbera hemû pêkhateyên civaka Sûrîyayê de.

8. Komîteyên cî bi cîkar kar dikin û hewl didin ku rêkeftinê ci bi cî dikin, bi awayekî ku dawîya salê derbas neke.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button