SerekeSîyasî

Wezîreta bergirîyê ya Sûryayê: HSD qampa Holê dide destê hukumeta Sûryayê

Wezîreta bergirîyê ya Sûriyayê eşkere dike ku, HSD birêvebirina qampa Holê û berpirsyarîtîya sinorê bi Îraqê re dide destê hukumeta Sûryayê ya demikî.

Wezîreta bergirîyê ya Sûryayê di ragîhandinekê de amaje da, “HSD hêdî-hêdî hemî tiştan dide destê hukumeta Sûryayê, wek birêvebirina qampa Holê û berpirsyarîtîya sinorê bi Îraqê re”.

Wezîreta navbirî her di wê ragehandinê de eşkere jî kirîye: “Hemî erk û berpirsyarîtî dê di çarçoveya dewletê de bin”.

Qampa Holê wek metirsî li ser ewlehiya Îraqê tê hesibandin. Îraqê di çend salên borî de gelek bizav kirin ku wê qampê daxin, ji ber ku bi dehan hezar jin û zarokên çekdarên DAIŞ ê û alîgirên wê tê de hene. Daxistina wê qampê jî bi armanca kêmkirina metirsiyên ewlehiyê li ser sinorê Sûryayê bûye.

Qampa Holê dikeve başûrê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, malbatên DAIŞ ê tê de girtî ne û di bin kontirola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye.

Piştî nemana rêjîma Esed, Îraqê tirs ji vegeriyana sînaryoya sala 2014 a heye, ku DAIŞ ê karîbû sêyeka axa Îraqê kontirol bike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button