
Serok Mesûd Barzanî û Mezlûm Ebdî tekez li ser wê yekê kirin ku “pêwîst e helwesta kurdî di pêngavên bê yên proseya sîyasî ya Sûryayê de, yekdeng be”.
Baregeha Barzanî belav kirîye, serok Barzanî û fermandarê giştî yê Hêzên Sûrya Dêmokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî 12 ê adarê di pêwendîyeke telefonî de, rewşa sîyasî û dawî pêşhatên li Sûryayê gotûbêj kirin.
Di vê peywendîya telefoniyê de, Mezlûm Ebdî hûrgilî û encama serdana xwe ya bo Şamê û hevtêgihîştina wan ya bi hukumeta Sûrîyayê re, ji bo serok Barzanî şîrove kirîye.
Her li vê peywendîya telefonî de, tekezî li ser wê yekê kirin ku piştgirîyê li her hengavekê bê kirin ku bibe sedema aşîtî û aramîya li Sûryayê û herwiha jî tekez kirin jî ku pêwîst e di pêngavên nû yên proseya sîyasî ya Sûrîyayê de, helwesta kurdan yek be.







