Em hîvîya bersiva Adiribêcanêye fermîne: serokwezîr

Min gotîye,wekî nêzîkbûna Komara Ermenîstanê projeya “Xaçerêya aşîtîyêye” û ew çi ku nava projeya “Xaçerêya aşîtîyêda” hatîye cîhwarkirinê, em amadene wê yekê mîyaserkin.Derheqa wê yekda serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan gotîye rojnameva, dema ku ewî bersiva wê pirsê daye, ku nava Mêxrîyêra wê bona Adirbêcanê rê bê dayînê, yan korîdor, yan jî tiştekî mayîn?
“Ez careke mayîn îzbat dikim,wekî Ermenîstan amadeye rêyên transportê û êkonomîkî bide vekirinê, nava wêda usa jî pêwandîyên Adirbêcana Rojavayê û Nexçêvanê, nava doranên yekîtîya axa Eîmenîstanêda û gelek cara min ew yek daye kifşê.
Çi cûreyî emê rê bidin, nava miqala mine dawîda hatibû dîyarkirinê.
Em hîvîya bersiva Adirbêcanêye fermîne û dema ku bersiva Adirbêcanêye fermî hebe, emê carekêra destbi mîyaserkirina pêşnîyara xwe bikin”,- Nîkol Paşînyan gotîye.







