H’emû nûçeSereke

Ermenîstan ji bo ku bibe rêyeke transît ya hewayî pêş dikeve

Ermenîstan di pêvajoya ku di sêktora veguhestina hewayî de bibe rêyek transît de, serkeftinên nû bi dest dixe. Li gorî agahiyên ku ji balafirgeha «Zvartnos» ê ya Yêrêvanê hatine wergirtin,  salên 2018-2019 a de Ermenîstan ji aliyê 36 rêwiyan ve weke welatê transît hatiye bikaranîn, sala 2024 a de hejmara van rêwiyan ji 172 hezarî derbaz bûye û heta 11 ê adara îsal jî Ermenîstan ji aliyê 14  542 rêwiyan ve weke welatê transît hatîye bikaranîn.

Di hevpeyvînekê de ligel “Armenpress” ê, cîgirê wezîrê rêvebiriya herêmî û binesaziya Komara Ermenîstanê Armên Sîmonyan diyar kir ku piraniya seyrûsefera rêwiyan ya transît ji hêla firokeyên herêmî ve tê kirin.

“Rêlên hewayî yên herêmî di zêdekirina hejmara rêwiyên transît de roleke girîng û diyarker dilîzin, ji ber ku derfeta wan heye ku firokexaneyên Ermenistanê wek nuqteyên derbazbûnê bikar bînin da ku rêwiyan ji welatek sêyem berbi welatek din veguhezînin, ku gelek pargîdaniyên din tune ne, ji ber ku ew li Ermenîstanê ne qeydkirî ne Armen Simonyan»,- Armên Çîmonyan gotîye.

Tevî zêdebûna hejmaran di van salên dawî de, hê gelek tişt hene ku bêne kirin ku Ermenistan bibe welatek transît.

“Ez ê çareseriya vê pirsê bikim du beşa:ya yekem binesaziyê ye, yanî pêdivî ye ku binesaziyek guncan hebe ku bikaribe van herikên derbasbûnê bi qalîteya rast xizmet bike.Alîkarê wezîr gotîye: “Ji xwe ji bo berfirehkirina balafirgeha «Zvartnos» ê xebat tên kirin. Ya duyemîn jî hatina hêlên hewayî yên nû û pêşxistina hêlên hewayî yên herêmî ye”.

Sîmonyan li ser pirsa ku zêdebûna geştên balafiran di van salên dawî de çiqas bandor li siyaseta buhakirinê kiriye, Simonyan destnîşan kir ku avakirina nirxê bilêtên balafiran bi çend mercan ve girêdayî ye.

Li gorî wî, têkiliyên di vê sektorê de li ser bingeha bazarê ne, û pargîdaniyên hewayî bi giranî bihayê bilêtan destnîşan dikin, li gorî daxwaziya heyî ji bo cîhek taybetî, pêşbazî û lêçûnên balafirgehê.

Derbarê seyrûseferên nû yên ku di sala 2025 a de têne hêvî kirin, Sîmonyan destnîşan kir ku ew bi giranî li gorî daxwaziya seferên ji welatên nû ber bi Ermenîstanê û ji Ermenîstanê ber bi deverên nû ve têne damezrandin.

Sîmonyan tekez kir ku ti pirsgirêk û alozî di destpêkirina geştên esmanî yên Ermenistanê de ji hêla firokeyên nû ve, û her weha anîna mebestên nû ji Ermenistanê re tune, ji ber ku ji sala 2024 a vir ve platformek êlêktronîkî ya nû hatiye danîn. Serlêdanên ji bo veguhestina rêwiyan ya ne asayî û ji sala 2025 a ve, bi tevahî êlêktronîkî têne pejirandin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button