H’emû nûçeSereke

Bona îmzekirina peymana aşîtîyêye tevî Adirbêcanê Ermenîstan tu dijwarîkê navîne

Komara Ermenîstanê difikire,wekî bona îmzekirina peymana aşîtîyêye tevî Adirbêcanê Ermenîstan tu dijwarîkê navîne. Derheqa wê yekêda cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Vahan Kostanyan gotîye.

“Ermenîstan difikire,wekî hema niha tu dijwarî tune ku di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda qaylnivîsara aşîtîyê bê îmzekirinê. Gerekê usa jî bêjin wekî gelek hevkarên me, welat û organîze bang dikin ku qaylnivîsara aşîtîyê lez bê îmzekirinê”,-Vahan Kostanyan gotîye.

Bi axaftina derheqa wê yekêda ku kîjan welat bona îmzekirina qaylnivîsarê dikare bê hilbijartinê, Kostanyan gotîye,wekî niha tiştê herî girîng îmzekirina qaylnivîsarêye, lê ne ku ew girînge, ku qaylnivîsar li kîderê bê îmzekirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button