H’emû nûçeSereke

265 welatîyên Tirkîyayê ji bo welatîbûna Ermenîstanê serlêdan kirine

Sala 2024 a de 265 welatîyên Tirkîyayê ji bo welatîbûna Ermenîstanê serî li 118 a dan. Ji wana 57 mêr û 61 jî jin in. Wezîreta karên navxweyî ji Factor.am re eşkere kirîye ku serlêdarên ku welatîyên Tirkîyayê ne, ermenî ne.

Li gor daneyên sêrvîsa koç û hemwelatîbûnê ya wezîreta karên navxweyî ya Komara Ermenîstanê par ji bo bidestxistina hemwelatîbûna Ermenîstanê bi tevahî 21 476 serlêdan hatine kirin û 4 202 kesan jî ji bo betalkirina hemwelatîbûna Ermenîstanê serlêdan kirine.

Herî zêde kesên ku ji bo hemwelatîbûnê daxwaz kirine hemwelatîyên Rûsyayê ne-9 825, hemwelatîyên Gurcistanê-1937, hemwelatîyên Sûrîyayê -884, hemwelatîyên Lîbîyanê -539, hemwelatîyên Îranê- 523, hemwelatîyên Ûkraînayê 453, hemwelatîyên Amêrîkayê 144, hemwelatîyên Tirkmênistanê 132, hemwelatîyên Bêlrûsyayê -132, hemwelatîyên Bêlûsyayê 96, hemwelatîyên Libnanê -539,  û   6,678  ji welatên din.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button