Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan vîdyoyek ji hevdîtina xwe bi serokkomarê Adirbecanê li ser rûpela xwe ya Facebook ê weşandîye û nivîsîye:
“Hevdîtina bi serokkomarê Komara Adirbêcanê Îlham Elîyêv re di çarçoveya pêvajoya aşîtîyê ya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de”.
Wek ku me ragîhandibû, serokwezîr Nîkol Paşînyan 9 ê tîrmehê ji bo serdana xebatê çûbû Yekîtîya Mîrtîyên Ereba.
Serokwezîr Nîkol Paşînyan li Abû Dabîyê rastî serokê Yekîtîya Mîrtîyên Ereba Şêx Mehemed bîn Zayêd Al Nahyan hatîye.







