Potênsîyala geştiyarîyê ya Ermenîstanê wê bi veberhênanên “nerm” zêde bibe

Desteya rêveberîyê pêşnîyara îmzekirina peymana deynê di navbera Komara Ermenîstanê û banka navneteweyî ya ji bo nûavakirin û geşepêdanê de ji bo “Bernameya tûrîzmê û binesazîya herêmî ya Ermenîstanê” pejirandîye.Armanca bernameyê ew e ku gihîştina binesazîya berxwedêr ya avhewayê baştir bike û beşdarîya tûrîzmê di aborîyên herêmî yên komên di bernameyê de zêde bike.
Bihayê giştî yê projeyê 120 500 000 yûro ye, ku ji wan 96 400 000 yûro fondên deynê ne, û 24 100 000 yûro jî hevfînansekirina hukumeta Komara Ermenistanê ne. Demjimêra dawî ya ketina merîyetê ya peymana deynê ya projeyê 180 roj piştî roja îmzekirina peymana deynê ye. Dîroka temamkirina projeyê 31 ê tebaxa sala 2030 î ye, û demjimêra dawî ya dayîna fondên deynê çar meh piştî roja temamkirinê ye, ango 31 ê kanûna pêşin ya sala 2030 î.
Tigran Xaçatryan, di derbarê mijarê de wiha gotîye: “Ev di bingeh de berdewamîya bernameya ku ji hêla wezîreta aboriyê ve hatîye bicîhanîn e, ji ber ku dîsa, bi hevkariya banka cîhanê, bernameyek bi naveroka wekhev di salên borî de li herêmên cuda, bi kêmanî li Aragasotnê, Kotaykê, Syûnîkê, Şîrakê û Vayos Zorê hatîye bicîhanîn, û dem nîşan dide ku ev rêbazek pir bi bandor e ji bo pêşvebirina geştîyarîyê, bi wateya ku binesazîyên ku jixwe hatine çêkirin ji bo geştîyarîya navxweyî û hundurîn cîhên damezrandî yên pir taybetî pêk anîne. Em dikarin her weha bifikirin ku pêkanîna vê bernameyê ji hêla wezîretê ve di salên pêş de wê berdewamîyek baş a wê be.







