
Hevserokê giştî yê DEM Partîyê Tuncêr Bakirhan dîyar kirîye, tevî hin kêmasîyan, heke pêvajo bi ser bikeve wê welat dêmokratîk bibe, lê tekez kirîye ewê piştgirîyê nedin destûreke bingehîn ya ku çareserîya pirsa kurd tê de nebe.
Hevserokê giştî yê DEM Partîyê Tûncêr Bakirhan ji “T24” re derbarê pêvajoya bêçekbûna PKK ê, komîsyona ku wê li meclîsê bê avakirin û nîqaşên destûra bingehîn ya nû de axivîye.
Şertê sereke ji bo destûra bingehîn: çareserîya pirsa kurd
Bakirhan destnîşan kirîye, pêwîstîya Tirkîyayê bi destûreke bingehîn ya dêmokratîk heye, lê ew ê piştgirîyê nedin destûreke ku van taybetmendîyan nehewîne. Herwiha tekez kirîye ku heke di destûra bingehîn ya nû de çareserîya pirsa kurd cîh negire, ew ê jê re nebêjin “erê”.
Banga li CHP ê: kî ji mînderê bireve, winda dike
Derbarê komîsyona ku plankirî ye li meclîsê bê avakirin, Bakirhan gotîye ku divê CHP jî di nav de cîh bigire û gotîye: “Divê em piştgirîyê bidin vê pêvajoyê. Bêguman divê CHP hebe û ez bawer im ew ê li ser maseyê bin. Pêwîst e mirov li ser maseyê têbikoşe. Mase weke mîndera sîyasetê ye. Kî ji mînderê bireve, winda dike. Heke em dixwazin aşîtîyê bi dest bixin, divê em li ser mînderê bin”.
“Heger pêvajo serkeftî be, wê demokrasî bê”
Bakirhan bal kişandîye ser hin kêmasîyên di pêvajoyê de û gotîye: “Pêvajo hîn di destpêkê de ye. Em hewil didin ku pêvajo bi pêş bikeve, lê pêvajoyeke bêkêmasî nîne. Hin fikar û guman derdikevin holê”.
Lê belê, derbarê encama pêvajoyê de bi hêvî axivîye û gotîye: “Ez pir eşkere dibêjim, heke ev pêvajo bi ser keve, ji nû ve neyê rakirin dolaba cemedê, mûxalefet jî piştgirîyê bide û hemû dînamîkên civakê bibin alîkar, wê dêmokrasî bê Tirkîyeyê. Tirkîya wê wan çavkanîyên ku ji ber pirsa kurd xerc dike, bide kedkaran û bindestan”.







