H’emû nûçeSereke
Heger Ermenîstan û Adirbêcan hindava hevda aminbûna, wê pêwîstîya îmzekirina dokûmêntê tunebûya: serokwezîr

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wextê civîna serokên wekîletên dîplomatî derheqa pêwandîyên ermenîya-azêrîyada xeberdaye û derbarê aminaya hevda daye dîyarkirinê.
Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, serokwezîr gotîye wekî nava civakêda gelek cara tê gotinê, ku meriv çawa dikare aminaya xwe li Adirbêcanê bîne. Bi gotina Paşînyan, hema li vir jî pirsgirêka hîmlî veşartîye.
“Pirsgirêk ewe wekî gerekê niqtk-niqtk aminayî bê çêkirinê.Ez bêjim, wekî heger Ermenîstan û Adirbêcan hindava hevda aminbûna, wê pêwîstîya îmzekirina dokûmêntê tunebûya”,-Paşînyan gotîye.







