
Sêyêd Mohammad Sadr, endamê encumena lezgînîya sîyasî ya Îranê, gotîye ku Rûsyayê di şerê 12 rojî yê di navbera Îranê û Îsrayêlê de meha hezîranê de, agahîyên îstîxbaratî li ser bicîhkirina pergalên parastina hewayî yên Îranê dane Îsrayêlê. Li gorî rapora The Insider, ewî ev yek di hevpeyvîna bi kanala Synergyir re gotîye.
Li gorî Sadr, bûyeran nîşan dane ku “hevbendîya stratêjîk ya bi Moskvayê re bêkêr e”.
“Rûsyayê tenê dîyar kirîye ku ew erîşa Îsrayêlê ya li ser Îranê erê nake, lê di rastîyê de alîkarîya wê kirîye”,-ewî gotîye.
Rayedar her wiha hevkarîya Moskvayê bi welatên din re wek mînak nîşan daye. Rayedarê îranî her wiha gotîye: “Heman Tirkîya endamê NATO ê ye. NATO çi ye? Ew li dijî Rûsyayê ye. Rûsya razî bûye ku S-400 bifiroşe Tirkîyayê. Ev qet ne li ser hevkarîya stratêjîk e ku em demeke dirêj e qala wê dikin”.
Di heman demê de, ewî tekez kirîye ku divê têkilîyên di navbera Moskvayê û Tehranê de bên parastin, lê “nayê bawerkirin bi Rûsyayê.”
Berê, berdevkê serokatîya Rûsyayê Dmîtrî Pêskov dîyar kirîye ku amadebûna Moskvayê ji bo alîkarîya leşkerî ji Îranê re di pevçûyîna bi Îsrayêlê re wê bi daxwaza fermî ya Tehranê ve girêdayî be, lê bersiva pirsa gelo Rûsya amade ye ku pergalên parastina hewayî, wekî komplêksên S-300 yan S-400, bide Îranê neda.







