Li parlamêntoya Ermenîstanê îdî muxalefet tune ye:Alên Sîmonyan

Serokê parlamêntoya Ermenistanê, Alên Sîmonyan, ragîhandîye ku niha di parlamêntoya Ermenîstanê de tu muxalefet tune.
Li gorî “Armenpress” ê, Alên Sîmonyan di civîna rojnamevanan de ev nêrîn anîye ziman.
Alên Sîmonyan gotîye: “Di parlamêntoyê de muxalefet tune.Îdî di parlamentoyê de muxalefet tune. Hin kes hene ku niha li hêzên sîyasî yên din û di parlamêntoya pêşerojê de li cîhek digerin”.
Sîmonyan piştrast kirîye ku partîya “Peymana sîvîl” ya desthilatdar pir baş dizane ku ew li ku ye û ber bi ku ve diçe. Serokê parlamêntoya Ermenîstanê destnîşan kirîye ku “Û di parlamêntoyê de muxalefet tune. Ez difikirim ku muxalefetek derveyî parlamêntoyê heye. Ez hêvî dikim ku piranîya wan di hilbijartinên pêş de xuya bibin. Sîyasetmedarên muxalefetê li derveyî parlamêntoyê hene, û ez hêvî dikim ku ew di parlamêntoyê de xuya bibin, û di dawîyê de em ê di parlamêntoyê de muxalefetek hebe”.
Sîmonyan her wiha nerîna xwe anîye ziman ku hêza sîyasî ya karsaz û damezrînerê koma hevaltîyên Taþîr Samvêl Karapêtyan ji bo wan reqîbekî cidî nîne. Serokê parlamêntoyê gotîye: “Li wir hêzeke sîyasî tune ye, zilamekî dewlemend heye ku ketîye girtîgehê û, wekî ku bi salan e tê kirin, hewl dide ku di parlamêntoyê de penagehek sîyasî bibîne”.







