
Rêberê PKK ê Abdullah Ocalan bi rêya parêzerên xwe peyamek ji bo şêx û rûspîyên hozên êreb yên li Bakûr û Rojhilatê Sûryayê şandîye. Ocalan di peyama xwe de bal kişandîye ser girîngîya yekîtî û hevkarîya kurd û ereban û gotîye: “Piştgirîya we ji Hêzên Sûrîya Dêmokratîk (HSD) re di avakirina Sûryake Dêmokratîk de xwedî wateyeke mezin e”.
Ocalan di destpêka peyama xwe de bi rêzdarî silav li şêx û rûspîyên ereb kirîye û yekîtîya wan ya bi kurdan re wekî “bingeheke dîrokî ya nû” pênase kirîye. Ocalan gotîye: “Yekîtî û piştgirîya we ji kurdan re li ser bingeha pergala neteweya dêmokratîk xwedî wateyeke mezin e. Hûn bi vê yekitîyê bingeheke dîrokî ya nû ya xwedî bawerîya bi têkilî û hevbendîya di navbera gelên ereb û kurd de ava dikin”.
Di peyama xwe de, Ocalan amaje bi kûrahîya têkilîyên dîrokî yên di navbera gelên kurd û ereb de kirîye û wiha domandîye: “Di kûrahîya dîrokê de her tim dostanî û biratîya di navbera gelên ereb û kurd de li pêş bûye. Heta ev dostanî, di dema derketina Îslamê û belavbûna wê bi serkêşîya pêxember Mihemed de, hişt ku piranî kurd bi hêsanî tev li ola Îslamê bibin”.
Ocalan di beşa herî girîng y peyama xwe de bal kişand ser projeya neteweya dêmokratîk û rola HSD û wiha gotîye: “Divê giştî wekhev bin, azad bin, bi hev re bijîn, xwe bi xwe bi rê ve bibin. Divê li ser vê bingehê wekhevî û edalet bê avakirin. Divê kurd û ereb bi hev re bin. Ev jî bi piştgirîya we ji HSD ê ve girêdayî ye. Piştgirîya we ji HSD ê re xwedî girîngî û wateyek mezin e”.
Di dawîya peyama xwe de, Ocalan rola dîrokî ya şêxên eşîran di avakirina paşeroja Sûryayê de destnîşan kirîye û ev bang kirîye: “Hûn dikarin roleke girîng û dîrokî di avakirina Sûrya Dêmokratîk, ewle, yekgirtî û edil de bilîzin. Girîng e ereb, kurd, sûryan, asûrî û her kesê li ser vê axa pîroz in ji bo vê biratîya dîrokî tev bigerin”.
Ocalan peyama xwe bi van gotinan bi dawî anîye: “Ez bi vê hêvî û bawerîyê we hembêz dikim”.







