
Kes nizane “Rêya Tramp” wê bi rastî çawa bixebite, kes nizane ka kamyonên îranî wê bikaribin ji derîyekî bejahî, ji derîyekî bin erdê, yan jî bi awayekî din derbaz bibin, lê girîng e ku ragîhandin li ser sînorê Ermenîstan-Îranê neyê astengkirin. Zanyarê sîyasî yê îranî, pisporê înstîtûta lêkolînên Îranê û Avrasyayê Xodratolah Şafîyê, di hevpeyvîna bi peyamnêrê News.am ê re gotîye.
Ewî şirove kirîye ku ev mijareke pir girîng e ji bo Îranê, û Têhran dixwaze piştrast be ku ev rê rêya bakûr ya Komara Îslamî asteng nake.
Pispor her wiha gotîye, bi berçevgirtina ku têkilîyên Îran-Adirbêcanê roj bi roj xirab dibin, Îran bawer dike ku zû yan dereng yekane rêya ber bi Avropayê ve wê ji axa Ermenîstanê derbaz bibe.
Di nirxandina wî de, piştî şerê sala 2020 î, Adirbêcan bi xwe dest bi alozkirina têkilîyên xwe bi Îranê re, û dû re jî bi Rûsyayê re kirîye. “Ne nelojîk e ku welatekî biçûk wek Adirbêcanê, li gorî Îranê û Rûsyayê, biryar bide ku di heman demê de têkilîyên xwe bi du cînarên pir girîng re aloz bike. Ji ber vê yekê, dibe ku hêzên din li pişt vê yekê bin”,- Şafîyê tekez kirîye. Ewî red nekirîye ku ev encama zexta Tirkîyayê, Îsrayêlê, yan Dewletên Yekbûyî ye.
Zanayên sîyasî destnîşan kirîye ku her ku têkilîyên Têhranê û Bekûyê xirabtir bibin, Îran wê bêtir hewl bide ku bi Ermenîstanê re nêzîk bibe.







