SerekeSîyasî

Serokatîya Herêma Kurdistanê: em piştgirîya dewletbûna Felestînê dikin

Serokatîya Herêma Kurdistanê derbarê dewletbûna Felestînê  gotîye: “Em piştgirîya xwe ya tam ji bo mafê çarenivîsê yê gelê Felestînê û damezrandina dewleta wan ya  di çarçoveya rewa û qanûnên navneteweyî de dubare dikin”.

Herêma Kurdistanê di daxuyanyekê de ragîhandîye ku ew bi girîngî li gotûbêjên li Neteweyên Yekbûyî yên derbarê Felestînê dinêre û piştgirîya xwe ya tam ji bo mafê çarenivîsê û damezrandina dewleta Felestînê dubare dike.

“Rêzgirtin ji bo têkoşîna gelê Felestînê”

Di daxuyanîyê de hatîye gotin: “Em wek gelekî ku me gelek qurbanî ji bo azadî û mafên xwe yên rewa dane, bi rêz li têkoşîn û cangorîya gelê Felestînê ya ji bo azadîyê dinêrin”.

Her wiha hatîye bibîranîn ku ev gelek sal in nûnertîya Felestînê li Herêma Kurdistanê heye ku ev yek nîşana kûrahîya pêwendîyan e.

“Bang ji bo rawestandina şer û pêkanîna aşîtîyê”

Herêma Kurdistanê tekezî li ser helwesta xwe ya neguhêr kirîye ku şer û kuştin tu pirsgirêkan çareser nake û ev bang kirîye:

“Ji bo ku her kes di aramî, ewlehî û bextewarîyê de bijî, divê şer û çalakîyên çekdarî rawestin, hevrejîyan û aîşîtî pêk bê û li gorî nirxên mirovî û qanûnên navdewletî mafê rewa yê gelên herêmê û ewlehî û jîyaneke bi rûmet û dadwerî ji bo her kesî bê mîsogerkirin û bê pejirandin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button